YPS: Li Nisêbîn û Şirnexê 20 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê encama şer û çalakiyên 3 rojên dawî eşkere kir. Li gorî vê yekê, li Şirnex û Nisêbînê 20 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, li dijî operasyona dagirkeriyê ya rejîma Tirk a faşîst a li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, berxwedana wan a xweparastinê bi xurtî dewam dike û got, "Di encama vê berxwedana me ya ji bo parastina gel û bajarên xwe de, çeteyên Qesrê roj bi roj bêhtir derban dixwin."

YPS'ê li ser encamên şer û çalakiyên sê rojên dawî ev agahî da:

NISÊBÎN

"Roja 10'ê Nîsanê, li taxa Şehîd Gelhat dema çeteyên qesrê li kolana Kanaryayê ketin hundirê malekê, yekîneyeke meya parastina sivîl çalakî pêk anî. Der barê kuştî û birîndarên çeteyên qesrê yên li vê derê de agahî nehat wergirtin. Heman rojê saet di 10:30 de yekîneyên me li hemberî kepçeyeke dixwest bikeve nava taxê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û kepçe îmha kirin.

11'ê Nîsanê saet di 07:00 de, li hemberî tîmên taybet ên jendermeyan ku dixwestin bikevin nava malekê, çalakiyek hat lidarxistin. Li vê derê endamekî JOH hat kuştin.

12'ê Nîsanê li taxa Kanîka, yekîneyên me bi roketan li kepçeyeke dixwest bikeve nava taxê xistin, di encamê de kepçe îmha bû û 2 endamên POH ên di hundirê kepçeyê de hatin kuştin.

12'ê Nîsanê li taxa Koçer, çeteyên qesrê hewl dan ji aliyê Weysîka ve bikevin hundirê malekê. Di çalakiya li hemberî van çeteyan de 3 endamên JOH'ê hatin kuştin. Yekîneyeke dijmin a ji bo rakirina cenazeyên xwe hat, bû hedefa çalakiya yekîneyên me û li vir jî 2 endamên JOH'ê hatin kuştin. Tîmeke din a çeteyan careke din hewl dan operasyonê bikin û li vir jî 2 endamên JOH'ê hatin kuştin. Cenazeyên çeteyên qesrê 5 saetan di bin kontrola Berxwedêrên Nisêbînê de man. Dema dijmin pê hesiya ku yekîneyên me çûne ser cenazeyên wan, bi tank û hawanan bombe li cenazeyên xwe barandin û bi çekên giran gule lê reşandin. Wêneyên van cenazeyan di destê yekîneyên me de ne. Wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

ŞIRNEX

Roja 11'ê Nîsanê li taxa Cûmhûriyetê, kepçeyek û maşîneke zirxî dema hewl didan bikevin nava taxê bûn hedefa çalakiya yekîneyên me. Di encamê de ji operatorên kepçeyê 1 hat kuştin û ev wesayîtên derb xwarin, vekişiyan.

11'ê Nîsanê li aliyê Dibistana Kevin, çeteyên hewl dan bikevin nava taxê bûn hedefa yekîneyên me. Li vir 4 endamên JOH'ê hatin kuştin. Dema çeteyên Qesrê hewl dan mudaxle bikin, bûn hedefa yekîneyeke me ya din. Li vir jî 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Vî şerî heta danê êvarê dewam kiriye. Yekîneyên me li vê derê 2 sekvan hedef girtin û kuştin. Hat tespîtkirin ku li vê derê 8 çete hatine kuştin.

Roja 12'ê Nîsanê, çeteyên Qesrê yên xwestin bikevin nava maleke li taxa Îsmet Paşa, bûn hedefa çekên giran ên yekîneyên me. Agahiyên zelal ên li ser kuştî û birîndarên dijmin wê piştre bên parvekirin.

12'ê Nîsanê dîsa li taxa Îsmet Paşa, maşîneke zirxî û komeke çeteyên qesrê xwestin bikevin nava malekê. Li vê derê yekîneyên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn û kuştî û birîndarên çeteyan li vir çêbûn. Piştî teqînê bi çekên ferdî û giran gule hatin reşandin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bên parvekirin. Heman rojê yekîneyeke me, sekvanekî dijmin kuşt. Endamekî tîmên taybet ê li ser mala Tatar bi cih bû û çeka hawanê bi kar danî, hedef hat girtin û derb lê hat xistin.

Ev 2 roj in li hemberî taxên Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Îsmet Paşa bi obus û hawanan bomberdûmaneke giran tê kirin. Şerê li taxa Yenî jî ev 3 roj in dewam dike. Li taxa Bahçelîevlerê jî şer giran e. Endamekî me yê şehîd ketiye, wê nasnameya wî piştre bê eşkerekirin."