Heybera ku zarokan dîtî teqiya: 2 kes birîndar bûn
Heybera ku zarokan li Taxa Tûrgût Ozal a Hezexê dîtin, teqiya. Di necama teqînê de zarokek û Şeyhmûs Kaya (60) birîndar bûn.
Heybera ku zarokan li Taxa Tûrgût Ozal a Hezexê dîtin, teqiya. Di necama teqînê de zarokek û Şeyhmûs Kaya (60) birîndar bûn.
Li navçeya Hezex a Şirnexê piştî operasyonên êrîşên qirkirinê yên 44 rojan, alavên ku leşkeran li pey xwe hiştine xeteriyê didin jiyana welatiyan. Li Taxa Tûrgût Ozal zarokê 6 salî yê ku navê wî nehat zanîn heybera ku dîtî dema ku pê dilîst teqiya. Di encama teqînê de li gel zarok, Şeyhmûs Kaya ên ku ji bo avakirina mala xwe dixebitî jî birîndar bû.
DESTÊN ZAROK JÊBÛN
Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê, zarokê ku bi giranî birîndar bû, piştî mudaxeleya lezgîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate kirin. Hate diyarkirin ku zarokê sewqî Mêrdînê hatiye kirin her du destên wî jî jê bûne û rewşa wî giran e.