Çeteyên Qesrê li Geverê malan dişewitînin

Êrîşên li hember Taxên Cûmhûriyetê û Gungorê yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrg a ku berxwedan lê didome, berdewam dike.

Êrîşên li hember Taxên Cûmhûriyetê û Gungorê yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrg a ku berxwedan lê didome, berdewam dike.  Li navçeyê çeteyên Qesrê bi dehan mal şewitandin û li taxên din jî dûman bilind dibin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê 32 roj in êrîş li hember berxwedana xwerêveberiya navçeya Gever a Colemêrgê didome, li hember Taxên Cûmhûriyet û Gungorê yên ku bi hefteyan e şer û bomberdûman zêde bûne, êrîşên topan bê navber berdewam dikin. Gelek wesayîtên zirxî sewqî taxê hatin kirin. Li taxên ku dengê teqînan û çekan bilind dibe 2 ambûlans li gel wesayîtên zirxî ketin taxê.

Êrîşên çeteyên Qesrê yên ku bi hefteyan e li ser Taxên Dîze, Orman, Yeşîlder, Eskî Kişla û Mezarlikê didome, çete piştî ku lêgerînan di mala de dikin û şûnde malan dişewitînin. Taxên ku dûmanên reş jê bilind dibe, hêzên dewletê bi kepçe û wesayîtên zirxî malan hildiweşînin. Li Parka Çandê ya Mûsa Enter a li Girê Şahîn a Taxa Eskî Kişlayê tank hatine bicihkirin.

Li aliyê din, dorpêça li ser gudên Mexsûdava ya dikeve Başûrê Taxa Cûmhûriyetê dewam dike. 3 otobusên zirxî tijî çeteyên Qesrê, sewqî gund hatin kirin.