BI DÎMEN

'Li Hîroşîma û Nagazakî çi qewimî be, di Enfalê de jî ew hat serê me'

Ji şahidên tevgera Enfalê rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Seîd diyar kir, li Nagazakî û Hîroşîma çi qewimî be, di Enfalê de jî ew bi serê wan de hatiye.

Ji şahidên tevgera Enfalê rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Seîd diyar kir, li Nagazakî û Hîroşîma çi qewimî be, di Enfalê de jî ew bi serê wan de hatiye. Seîd destnîşan kir, ku bi Enfalê re xwestin dîrok û çanda Kurdan jî tine bikin.

Di encama operasyonên Enfalê yên rejîma Baasê ya li Iraqê de, li Başûrê Kurdistanê 182 hezar kes hatin qetilkirin. Ji şahidên vê qirkirinê rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Mihemmed Seîd got, "Xwestin her tiştên bi navê Kurdîtiyê tine bikin" û ji ANF'ê re qala wan rojan kir.

Seîd da zanîn, operasyonên Enfalê di encama lihevkirina Iraqê bi dewletên herêmê û cîhanê re hatiye kirin û got, "Enfal ji her alî ve qirkirina Kurdan e û di çarçoveyek herêmî û global de hat meşandin." Seîd da zanîn, hin cehşên Kurd jî bûne hevparê vê tevgera qirkirinê û anî ziman, van cehşan di dma bomberdûmanê de tevî leşkerên Iraqê nehiştin gel ji qadên tên bombekirin derkeve.

'DOR LI GUNDAN GIRTIN, NEHIŞTIN GEL BIREVE'

Seîd ragihand, di 3'ê Gulana 1988'an de gundê Goktebe yê ew bi xwe jî lê bû ji aliyê balafir û helîkopteran ve hatiye bombekirin û got, "Danê êvarê dema balafir û helîkopter li ser gund firiyan, me biryar dan jin û zarokan bibin cihên ewle. Ji ber ku beriya cihê me, li gelek cihên din komkujî hatibûn kirin. Di pêkanîna komkujiyê de cihêkarî nedikirin. Balafir û helîkopteran li her derê didan, dişewitandin, xera dikirin, qetil dikirin. Lewma me biryar dan tedbîra xwe bigirin.

Lê rê li me girtibûn. Nehiştin gel ji herêmên komkujî lê tên kirin derkeve. Cihê xemgîniyê ye lê di vê operasyona Enfalê de cehşên Kurd jî hebûn. Ev tîpên xayin ên xwe firotin, pêşengî ji artêşa Iraqê re dikirin û her der talan dikirin. Gelek mirovên me teslîmî artêşa Iraqê kirin. Pêşî li gel digirtin, ku neçin Îran û Tirkiyeyê. Trajediya rasteqîn ev bû. Şahidên vê hînê hene."

'KOMKUJÎ GAV BI GAV LI HER DERÊ BELAV KIRIN'

Seîd anî ziman, operasyonên Enfalê ewilî li gundên derdoar Kerkûkê di sala 1987'an de destpê kirin û diyar kir, bi Sibata 1988'an re ve oeprasyon veguherîn komkujiyên giştî, xwe gihand herêmên Karadag, Hewraman, Şarezor, ji wir jî derbasî Germiyan, Koy, Şiwan, Şêxbizinî û herî dawî tevî Rewandiz û Behdînanê li gelemperiya Kurdistanê belav bû.

'BI NAVÊ KURDÎTIYÊ ÇI HEBE, HATIN TINEKIRIN'

Şahidê Enfalê Mihemed Seîd destnîşan kir, ku di operaysonên Enfalê de her tiştên li ser navê Kurdîtiyê hedef hatin girtin û wiha dewam kir:

"Li gorî lêkolînan di Enfalê de 182 hezar Kurd hatine qetilkirin. Ev sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Lê belê Enfal ne tenê komkujiyeke fîzîkî bû. Li ser navê Kurdîtiyê çi hebû, hemû hedef hat giritn. Bajar hatin şewitandin, bermayînên dîrokî ji holê hatin rakirin. Nirxên çandî hatin îmhakirin. Lewma li ser navê Kurdîtiyê çi hebe; dîrok, çand hat tinekirin. Ji ber vê yekê divê Enfal ne tenê weke komkujiyeke fîzîkî bê dîtin. Eger bi vî rengî bê nirxandin, wê encamên Enfalê bi têrkerî neyê fêmkirin."

'DIVÊ IRAQ LÊBORÎNÊ JI KURDAN BIXWAZE'

Seîd da xuyakirin, ku ji bo Enfal rast were fêmkirin, divê rast bê nirxandin, di vî warî de jî gelek tişt dikevin ser milê hikûmetê û bal kişand ser kêmasiyên di vî warî de. Seîd destnîşan kir, girîng e dewleta Iraqê ji ber wehşeta bi serê Kurdan de aniye, lêborînê bixwaze û got, "Ji ber ku ya bi serê Kurdan de anî, sûcê li dijî mirovahiyê bû."

Mihemed Seîd got, "Dewleta Iraqê hînê ji ber komkujiya kiriye, lêborîn nexwestiye. Pêwîste hikûmeta herêmê jî di vî warî de zextê bike. Ji ber ku hewl hat dayîn civak ji aliyê ruhî, psîkolojîk ve bê têkbirin. Nirxên dîrokî-civakî û çandî hatin tinekirin. Bi deh hezaran mirov bi rengekî bê rehm hatin qetilkirin" û bibîr xist, ku li gorî hin çavkaniyan 4 hezar gund, bajarok û bajar hatin şewitandin, şewitandin-xerakirin û mîna Helebçeyê jenosît hat kirin.

'LI HÎROŞÎMA Û NAGAZAKÎ ÇI QEWIMÎ BE, EW BI SERÊ KURDAN DE HAT'

Mihemed Seîd diyar kir, çi li Nagazakî û Hîroşîma qewimî be di Enfalê de jî ew bi serê Kurdan de hatiye û got, "Yên li pêşberî vê yekê bêdeng man, hevparên vî sûcî ne."

Seîd bibîr xist ku gelek welatên li herêmê û cîhanê hînê Enfalê weke jenosîd nabînin û got, "Yên li pêşberî vê komkujiyê, jenosîdê bêdeng man, ew bi xwe jî sûcdar in. Welatên herêmê, welatên cîhanê berpirsyarê vê komkujiyê ne. Hînê bi zanebûn ev komkujî weke jenosîdê qebûl nakin. Welatên herêmî hînê weke qirkirinê nas nakin. Halbûkî ya di wê demê de li Başûrê Kurdistanê qewimî, ji ya li Nagazakî û Hîroşîma ne cudatir bû. Osmaniyan çi bi serê Ermeniyan de anîn, Saddam jî heman tişt li Kurdan kir."

Seîd da xuyakirin, ku alî û encamên rasteqîn ên Enfalê hînê derneketine holê, mexdûriyeta mexdûrên Enfalê hînê nehatine çareserkirin, şopên komkujiyê li gelek deveran zindî ne û destnîşan kir, ku di dema bîranîna komkujiyê de bersiva pêwîst ji van komkujiyan re nayê dayîn.

'ENFAL ÎRO LI ROJAVA Û BAKUR DEWAM DIKE'

Seîd diyar kir,  ku ya pêwîst li hemberî Enfalê nayê kirin, lewma ev zîhniyet û pêkanîn hînê li Rojava û Bakurê Kurdistanê dewam dike. Mihemed Seîd got, "Enfala li hemberî Kurdan hînê dewam dike. Kurd îro li Rojva, Bakur û Rojhilat tên qetilkirin. Enfal çi ye? Enfal qetilkirin e, qurbankirin e. Desteserkirin e. Ev hemû niha li parçeyên din ên Kurdistanê diqewimin. Dewletên herêmê hînê rojane bi dehan Kurdan qetil dikin. DAIŞ hînê Kurdan qetil dike. Gelo ev qedera me Kurdan e? Na. Lê ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê hin tişt werin kirin. Lewma pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Stratejiyeke neteweyî divê."