Çeteyên Qesrê li Cizîrê bi ser malan de girtin
Çeteyên Qesrê di ser gelek malên Taxa Nûr a Cizîrê ya ku bi rojan e di bin dorpêç de ye girtin.
Çeteyên Qesrê di ser gelek malên Taxa Nûr a Cizîrê ya ku bi rojan e di bin dorpêç de ye girtin.
Çeteyên Qesrê di ser gelek malên Taxa Nûr a Cizîrê ya ku bi rojan e di bin dorpêç de ye girtin. Çeteyên Qesrê yên ku di lêgerîna di malan de tiştek nedîtin, hat diyarkirin ku gefa “Em ê dîsa werin” li welatiyan kirin.
Taxa Nûr a navçeya Cizîr a Şirnexê bi rojan e ji aliyê çeteyên Qesrê hatiye dorpêçkirin, çeteyan di ser gelek malan û navnîşanan de girtin. Di malan de lêgerîn pêk anîn. Çeteyên Qesrê tiştek nedîtin û vegeriyan. Polîsên tîmên taybet ên ku tiştek nedîtin gefên mîna “Me tiştek nedît, lê em ê 15 roj din dîsa werin” li welatiyên kirin.
Çeteyên ku bi ser malan de girtin diyar kirin ku listeyên navên din jî hene ku wê bi ser de bigirin.