Keşîşxaneya Mor Yakûp bûye cihê dîkên şer!
Keşîşxaneya Mor Yakut a li başûrê Sêrtê ye, ji aliyê kesên li zêran digerin ve hat talankirin. Keşîşxane niha jî bûye cihê dîkên şer. Konseya Bajêr a Sêrtê restorekirina keşîşxaneyê xist rojeva xwe.
Keşîşxaneya Mor Yakut a li başûrê Sêrtê ye, ji aliyê kesên li zêran digerin ve hat talankirin. Keşîşxane niha jî bûye cihê dîkên şer. Konseya Bajêr a Sêrtê restorekirina keşîşxaneyê xist rojeva xwe.
Keşîşxaneya Mor Yakut a li başûrê Sêrtê ye, ji aliyê kesên li zêran digerin ve hat talankirin. Keşîşxane niha jî bûye cihê dîkên şer. Konseya Bajêr a Sêrtê restorekirina keşîşxaneyê xist rojeva xwe.
Mabet û îbadetxaneyên yek ji kevntirîn gelên Mezopotamyayê Suryaniyan, ji ber ku kes guhê xwe nadê yek bi yek tine dibin. Li herêma Mêrdîn, Mîdyat, Hezex, Êlih û Sêrtê, ku weke rêze çiyayên Herêma Tûrabdîn tê naskirin, Suryanî û Ermeniyên bi Kurdan re dijiyan, di encama Qirkirina Ermeniyan û Komkujiya Seyfo de ji cih û warên xwe hatin derxisitn. Bi sedan dêr û keşîşxaneyên Suryanî yên li herêmê, roj bi roj tine dibin. Mezintirîn mabeda herêmê Keşîşxaneya Mor Yakûp a li ser çiyayê 10 kîlometre li başûrê Sêrtê ye, bû hedefa kesên li defîneyê digeriyan. Niha jî kesên li defîneyê digerin, ji ber xemsariya Wezareta Çandê û saziyên pêwendîdar, dîwarên keşîşxaneyê xera kirin û li zêr û berhemên dîrokî digerin.
'KONSEYA BAJÊR A SÊRTÊ: EM Ê RESTORE BIKIN
Hevserokê Konseya Bajêr a Sêrtê Zekeriya Çigir diyar kir, wan restorekirina Keşîşxaneya Mor Yakûp xistine rojeva xwe û destnîşan kir, divê derhal pêşî li van kesên li zêran digerin bê girtin. Çigir got, "Keşîşxaneya Mor Yakûp a li Sêrtê bûye xirbe. Em niha hewl didin wê rizgar bikin. Lewma xebatên destpêkê yên fîzîbîlîte qediyan."
CIHÊ ÎBADETÊ Û WEZÎFEDARKIRINA RAHÎBAN
Çigir da zanîn, Keşîşxaneya Suryaniyan Keşîşxaneya Mor Yakûp li ser qadeke ji hezar metreçargoşeyî ahtiye çêkirin û got, "Ev der wextekê ji aliyê Keldaniyan ve weke îbadetxaneyê hat bikaranîn. Suryanî bi mezhebe Ortodoks ve girêdayî ne, Keldanî jî bi mezheba Katolîk ve girêdayî ne. Îbadet jî li vê derê li gorî wan mezheban hatiye irin. Dîroka vê keşîşxaneyê ya beriya 900 salan tê zanîn. Lê belê kîtabeyên nivîskî yên beriya vê dîroka tê zanîn mane, hatine jêkirin û birin. Kesên li zêran digeriyan, hemû tablet jê kirine û birine. Yek ji taybetmendiyên Keşîşxaneya Mor Yakûp ew e, ku ji hemû dêrên li erdnîgariya Mezopotamya, Iraq û Sûriyeyê re rahîb wezîfedar dikir. Metropolîtê herî dawî yê Keşîşxaneya Mor Yakûp di sala 1915'an de bû. Navê metropolît jî Adayşer ... e. Vî metropolîtî wezîfeya herî dawî bi cih anî."
'VEGUHERIYE PÎNIK Û AXURÊ!'
Zekeriya Çigir da xuyakirin, ku vê keşîşxaneye bandoreke kûr li civakê kiriye û got, "Deriyê mezin ê keşîşxaneyê li aliyê rojhilat e. Li gorî kevneşopiya Suryanî, 'Mesîh wê ji aliyê hilatina rojê ve bê' û divê li vê derê li benda hatinê bisekinin. Bi mîmariya xwe ve havînê hênik, zivistanê jî germ e. Li gorî efsaneyekê Qral Nemrûd ê Hz. Îbrahîma avêt nava agir, ev der weke qada Seyfiye bi kar aniye. Ji bo vê derê, gel dibêje 'Textê Nemdûr' an jî 'Aşê Cina'. Şikefta Papaz li jêrê keşîşxaneyê ye. Ev keşîşxaneya li ser kaniyeke mezin hatiye çêkirin, mixabin bûye pînik. 'Şikefta Papaz' jî bûye axura mihan. Halbûkî ev şikefta ku Papazan weke mala xwe bi kar dianîn, weke îbadetxaneya Paganîzmê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Dîroka binê erdê ya Mezopotamyayê tê tinekirin, dÎroka li ser rûyê erdê jî ne xema kesî ye."