Endama YPS-JIN'ê Yaray bi tîlîliyan hate oxirkirin

Endama YPS-JIN'ê Altun Yaray (Baran Asmin) ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da li tenişta gora mamê wê gerîlayê HPG'ê Cezmi Altuntaş hate definkirin.

Endama YPS-JIN'ê Altun Yaray (Baran Asmin) li navçeya Geverê ya Colemêrgê di xweparastina li dijî êrîşên çeteyên Qesrê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Yaray ji Saziya Tipa Edlî ya Erziromê wergirtin û anîn navçeya Tetwanê ya Bêdlîsê. Malbatê destpêkê cenaze anîn Norşînê. Piştî li vir wecibeyên olî pêk anîn, bi karwanekê anîn navçeya Tetwanê. Karwana cenaze li duriyana Rahva ji aliyê polîs û jendermeyan ve hate rawestandin. Piştî girse di kontrola GBT'ê re derbas bû, di bin dorpêça polisan de karwan derbasî Goristana Karşiyaka bû. Jinan di ketina goristanê de darbesta Yaray bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û danîn ser milê xwe. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Şehîd Namirin", "Ey Şehid Xwîna Te Li Erdê Namîne" berz kirin û lîrandin. Girse heta nava goristanê meşiyan û li goristanê merasim pêk anîn. Di merasimê de endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

'HETA KU EM BIGIHÊJIN ARMANCA XWE EM Ê TÊBIKOŞIN'

Di merasimê de xizmê Yaray Metin Altuntaş, spasiyên xwe ji girseyê re anî ziman û diyar kir ku 35 sal in şehîdan didin vê axê û heta ew bigihêjin armanca xwe wê têbikoşin û wiha got: "Em soz didin şehîdan ku doz û têkoşîna wan berdewam bikin. Bila serê gelê Kurd û Serok Apo sax be."

Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Bedlîsê Saadet Çaçan jî anî ziman ku li dijî gelê Kurd polîtikayên dijwar tên meşandin. Çaçan, anî ziman ku gelê Kurd wê bi yekîtiya xwe van zext û polîtikayan bişkînin. Piştî axaftinan cenazeyê Yaray bi sirûda "Çerxa Şoreşe" hate definkirin. Cenazeyê Yaray li tenişta cenazeyê mamê wê yê gerîlayê HPG'ê Cezmi Altuntaş (Botan Erdal) hate definkirin. Girse piştî merasimê derbasî mala Sersaxiyê bûn.