Li Şirnexê şer dijwar bûn

Çeteyên Qesrê di bin baranek zêde de bi tank, top, obus û çekên giran êrîşî Şirnexê dikin. Li bajarê ku şer lê dijwar bûne tevgera ambûlans û helîkopteran balê dikşînin.

Li Şirnexê ku li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê berxwedana xwerêveberiyê 30 roj in dewam dike, li bajarê ku baranek zêde lê tê bomberdûman û şer didomin.

BOMBEKIRIN DEWAM DIKIN

Bajar ji saetên nîvro û şûn de bi awayekî dijwar tê bombekirin. Bi tank, top û obusên ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan, Rêya Derdor, Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê, ji Sîn û Ber û Gumuştepeyê ku wek bargeha tîmên taybet e, taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Yenî û Îsmetpaşa tên bombekirin.

Bi çekên A-4 ên li ser wesayîtên zirxî jî li ser qadên berxwedanê êrîş pêk tên. Dîsa bi çekên giran ên li ser avahiyên bilind ên li bajêr hatine bicihkirin jî tax tên gulebarandin.

YPS BERSIVÊ DIDIYÊ

Şerên li bajêr li taxên Tekser, Vakifkent û Gundogdûyê zêde dibin. Bi taybet li derdora Qada Omer Kabak di navbera hêzên Qesrê û şervanên YPS/YPS-JIN’ê de şerên bi şîdet diqewimin.

Piştî şerên ber bi danê nîvro li derdora Qada Omer Kabakê giran bûn, gelek ambûlans sewqî qadê hate kirin. Piştre ev ambûlans ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23.

Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ku ji bo tîmên taybet wek nexweşxaneyê tê bikaranîn ve ketin rê.

WINDAHIYÊN TÎMÊN TAYBET HENE

Li gor çavkaniyên herêmî gelek tîmên taybet birîndar bûne, têkîldarî miriyan agahî nehatin girtin. Li bejahiya Çiyayê Cûdî ya bajêr jî tevgerek zêde ya helîkopteran heye.