5 cerdevanên din îstifa kirin

Li navçeya Şemrexê, 5 cerdevanên nexwestin tevlî operasyonên qirkirinê yên li Nisêbînê bibin îstifa kirin.

5 cerdevanên li navçeya Mêrdîn Şemrexê, dan xuyakirin ku ew naxwazin tevlî êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê bibin û îstifa kirin.

Cerdevanan ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe eşkere bikin. Cerdevanan diyar kirin, danê vê sibehê ji Qereqola Jendermeyan bang li wan hatiye kirin û ji wan re hatiye gotin, ku dixwazin wan bişînin Nisêbînê.

Cerdevanan dan xuyakirin, ku ew naxwazin bibin hevparê vî sûcê tê kirin, lewma biryar dane îstifa bikin û çek danîne.