YPG: Li Şêxmeqsûd 11 çete hatin kuştin

Di şerê navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyan ê li taxa Şêxmeqsûd de 11 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê êrîşên komên çete yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Rojava de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Êrîşên hevbeş ên komên çete yên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El -Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.

Komên çeteyan şeva 12’ê Nîsanê li dijî taxa Şêx Meqsud bi topên hawan û cehenemê bombebaranek lidarxistin. Di navbera hêzên me û komên çeteyên ku bi awayekî hemwext ji herêmên Seken Şebab û Muselles dixwastin tekevin taxê şerên dijwar hatin jiyîn. Di van şeran de qasî hat zelalkirin 11 endamên çeteyan hatin kuştin.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ÊN LI HEMBERÎ ROJAVA

Êrîşên Artêşa Tirk ên li ser xeta sînorê Rojava dewam dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de 12'ê Nîsanê artêşa Tirk li dijî gundê Susik a pêkhateyên wê zedetir Ereb in û li rojavayê Girê Spî ye, êrîşek pêk anî. Êrîş li hemberî welatiyên me yên sivîl ên li nava zeviyên xwe bûn, hedef girt. Di encama êrîşê de welatiyekî me yê sivîl jiyana xwe ji dest da."