Operasyonên qirkirina siyasî: Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
Li Colemêrgê Alîkara Hevşaredariya Colemêrgê Derya Çîftçî jî di nav de 6 kesên ku pêr hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li Colemêrgê Alîkara Hevşaredariyê Derya Çîftçî, endamên Meclisa Şaredariyê Hasan Yigin, Kazim Yalçin, Serokê Lijneya SES'a Colemêrgê Metin Demirel, rêveberên kevn ên DBP'ê Îsmet Tûncer, Omer Kaya û Hamdullah Çelebioglû ku beşdarî daxuyaniya 14'ê Tebaxa 2014'an a "Xwerêveberiyê" bibûn hatibûn binçavkirin, piştî karên emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Dema îfadeyan bi dehan wesayitên zirxî dora edliyeyê dorpêç kirin û malbatan ji baxçe dûr xistin. Piştî îfadeyan, Omer Kaya bi şerta kontrola edlî serbest hate berdan û kesên din hatin girtin. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê.
Her wiha Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Zeynep Yilmaz a li gundê Dizê hatibû binçavkirin jî hat ragihandin ku wê sibehê sewqî dozgeriyê bê kirin.