Li Hîlwanê bi îdîaya heqaret li Serokkomar kirine 5 kes hatin girtin

Li Hîlwanê bi îdîaya heqaret li Serokkomarê Tirk kirine 5 kes hatin girtin.

Li Hîlwanê bi îdîaya heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kirine 5 kes hatin girtin. 

Li navçeya Hîlwanê a Rihayê di serdegirtina saetên danê sibehê yên li ser malan de ji 6 kesên ku hatibûn binçavkirin 5 kes bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser tora civakî bi îdîaya ku “Heqaret li Serokkomar kirine” hatin girtin.

Rêveberê Rêxistina DBP’a Hîlwanê Hasan Cidîr jî di nav de 4 kesên ku hatine girtin navên wan wiha ne: Yûnûs Toprak, Adil Tûrgût, Mecnûn Toprak, Mûjdat Tûrgût. Ahmet Karakaya jî serbest hate berdan.

Di demên dawî de bi taybet li navçeyên Riha û navenda Rihayê bi hinceta heqaret li serokkomar kirine doz di derbarê gelek kesan de hatin vekirin. Heta niha bi dehan kes hatine girtin.