Çeteyên Qesrê Gundê Mexsûdava bi darê zorê vala kirin

Çeteyên Qesrê bi darê zorê welatiyên gundê Mexsûdava ya Geverê ji gund derxist.

Çeteyên Qesrê  bi darê zorê welatiyên gundê Mexsûdava ya Geverê ji gund derxist. Gundiyên ku siwarî otobusên zirxî kirin birin Navenda Çanda Selahattin Eyyubî ya ku wek "navenda berhevkirinê".

Gundê Mexsûdava ya Gevera Colemêrgê ku duh bi gelek wesayitên zirxî hatibû dorpêçkirin piştî nîvro bi topên havanê hat bombebarankirin. Di nav 2 rojên dawîn de gelek mal ji ber bombebaranê wêran bû û welatî bi gefa valakirina gund re rû bi rû bûn.

DI QADA GUND DE XISTIN LÊPIRSÎNÊ

Bi berteknîşandana gundiyan ji wesayîtên zirxî anonsên "Malên xwe vala bikin" hatin kirin û hemû kes li qada gund hatin berhevkirin. Piştî kontrola GBT'ê gundî siwarî otobusên zirxî kirin û birin Navenda Çanda Selahattin Eyyubî ya ku wek "navenda berhevkirinê" tê bikaranîn. Li ser berteka gundiyan destrûr hat dayîn ku 10 kes ji bo nêrîna ajalan li gund bimîne.

Hat ragihandin ku çeteyên Qesrê wê mal bi mal li gund lêgerînê bikin.