Dîcle: Wê ji AKP û Qesrê hesab bê pirsîn
Heyeta KCD û HDP’ê li Hezexê lêkolînên xwe dewam kirin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle got berpirsê vê rewşa qetlîamê yekser dewlet e, destnîşan kir ku wê berpirs hesab bidin.
Heyeta KCD û HDP’ê li Hezexê lêkolînên xwe dewam kirin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle got berpirsê vê rewşa qetlîamê yekser dewlet e, destnîşan kir ku wê berpirs hesab bidin.
Heyeta KCD û HDP’ê li Hezexê lêkolînên xwe dewam kirin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle got berpirsê vê rewşa qetlîamê yekser dewlet e, destnîşan kir ku wê berpirs hesab bidin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê êrîşên çeteyên AKP-Qesrê 44 roj in didomin, Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle, Leyla Guven û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî di nav de, heyetê îro jî lêkolînên xwe dewam kir. Heyetê piştî lêkolîna li Taxa Yenî, li ber avahiya şaredariya Hezexê ya ji aliyê çeteyên Qesrê hatiye hilweşandin daxuyanî dan çapemeniyê.
Taşçier got ku berpirsê qetlîam û hilweşînan tevahî dewlet e.
‘DÎKTATOR JÎ EWQASÎ EŞKERE NAKIN!’
Dîcle jî diyar kir ku ji ber şer dikare texrîbat çêbibin, lê li navçeyê piştî şer texrîbat hatine çêkirin.
Dîcle destnîşan kir ku li qada avahiya şaredariyê şer neqewimiye, lê avahî bi temamî hilweşiyaye, da xuyakirin ku tevahî dokumanên şaredariyê hatine desteserkirin û êdî şaredarî anîne halekî ku nexebite. Dîcle ragihand ku di bin navê “qedexeya kolanan” de dewletê banga terikandina malan li gel kir, bi bîr xist ku ev heman dewlet xwedî li malên gel derneketiye. Dîcle bal kişand ku li herêmên şer neqewimîne jî mal hatine talankirin, destnîşan kir ku dewleta hiqûqê nikare nêzîkatiyek wisa nîşan bide, dîktatortî jî nikare wisa eşkere hilweşînekê bikin.
Dîcle ji cihê hatine hilweşandin mînak dan, bi bîr xist ku yên ev kirine navên “Tîmên Esadullah” û her wekî wê li xwe dikin. Dîcle wiha dirêjî da axaftinê: “Dibe ji wan niha ti kes li vir tinebin, lê li pey xwe enqazek hiştine.”
Dîcle got bi vê wehşetê ve bingehê jiyana hevpar ji holê tê rakirin, destnîşan kir ku nirxên dîrokî yên gelê Suryan jî bi tarzekî DAIŞ’warî bi zanebûn hatine xirakirin.
‘WÊ HESAB BÊ PIRSÎN’
Dîcle di dewama axaftina xwe de ev îfade kirin:
“Dibe îro ev hemû nebin mijara darazê. Em ê bijîn, dibe em jî bibînin. Lê, teqez e ku ev tevahî wê rojekê bên darizandin, hesabên wan bê wê pirsîn. Ji ber ku bê hiqûqî, zilmê eger dewletê jî kiribe rojekê wê hesabê wê bide. Ez dixwazim bi baweriya xwe ya teqez vê diyar bikim.
Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle bi bîr xist ku wê têkoşîna xwe bidomînin, tiştên ku dizanin rast e wê bînin ziman.
Heyet, piştî daxuyaniyê ji navçeyê veqetiya.