Qamişloyî xwedî li berxwedana Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê derketin

Qamişloyî, berxwedana Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê silav kirin, êrîşên qirkirinê jî protesto kirin.

Qamişloyî li ser sînorê Qamişlo- Nisêbînê hatin cem hev, berxwedana Şêx Meqsûd û Bakurê Kurdistanê silav kirin, êrîşên qirkirinê jî protesto kirin.

Çalakiya ku di pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Meclîsa Asûriyan a Qamişloyê de hat lidarxistin, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Bijî Berxwedana Nisêbînê” û “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûdê” dewam kir.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Gulê Hesen ve hate xwedin, diyar kir ku ji bo li Rojava jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin têkoşîneke mezin tê meşandin û gelek nirxên pîroz hatine avakirin. Hesen wiha anî ziman: “Li hember van hemû destkeftiyan çeteyên şovenîst, paşverû û fundamentalîst êrîşên xwe berdewam dikin û terorê didin meşandin. Ev êrîş bi taybet li hember herêmên ku piraniya xwe Kurd lê dijîn pêk tên. Em kesên ku piştgiriyê didin van çeteyan bi tundî şermezar dikin, bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşan jî protesto dikin. Ev bêdengî li hember mafê mirovan îxanet e.”

 ‘EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN’

Hesen destnîşan kir ku îxaneta herî mezin ji aliyê hinek Kurdên derdor ve tên meşandin û wiha got: “Ji roja ku sistema federalî hate îlankirin û şûn de beşek derdorên ku li derveyî welat dijîn piştgiriya van êrîşan dikin. Ev derdor bi awayekî rasterast, hem piştgirî dikin hem jî beşdar dibin û di orgahên xwe yên çapemeniyê de jî êrîşan didin meşandin. Em ê ti caran li hember van êrîşan stuyê xwe netewînin û heta dawiyê têkoşîna xwe bidin meşandin, heta dawiyê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”

‘EM LI GEL BERXWEDANA BAKURÊ KURDISTANÊ NE’

Li ser navê Meclîsa Suryaniyan a Qamişloyê Ekrem Remezan jî axivî û êrîşên AKP’ê û çeteyan ê di serî de li hember Nisêbîn, Şêx Meqsûd, Bakurê Kurdistanê û Rojava şermezar kie. Remezan anî ziman ku heta dawiyê têkoşîna gelê li herêmê û gelê Kurd û bi taybet jî têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne dipejirînin. Herî dawî Remezan wiha got: “Erdogan bi çeteyên xwe ve niha li Bakurê Kurdistanê şerekî qirêj li ser Bakurê Kurdistanê dide meşandin. Em vî şerî şermezare dikin û napejirînin. Rojava û Bakurê Kurdistanê yek e. Çanda me yek e, namûsa me yek e. Êrîşên li dijî Bakur di heman demê de li dijî Rojava ye. Niha çeteyên Erdogan piştgirî dike, her roj êrîşî Şêx Meqsûdê dikin. Em bi hemû hêza xwe li gel berxwedana Bakurê Kurdistanê ne.”

Piştî daxuyaniyê, Qamişloyiyan berê xwe dan Nisêbînê, bi govend û dirûşman piştgirî dan berxwedana Nisêbînê.

...