Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan serî li ÎHD'ê dan
Malbatên 8 kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê dan.
Malbatên 8 kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê dan.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê malbatên 8 endamên YPS/YPS-JIN'ê yên li navçeyê jiyana xwe ji dest dan, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe û vekirina korîdora jiyanî serî li Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê dan. Piştî serlêdana malbatan şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê bi malbatan re daxuyanî da çapemeniyê. Serokê ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kûzû li ser navê malbatan axivî û anî ziman ku rêya çareserkirina Kurd aştî ye.
Kûzû banga qedandina şer dubare kir û got, "Bi qedexeya derketina derve re kuştin didome. Malbatên 8 kesên li Nîsêbînê jiyana xwe ji dest dan ji bo wcenazeyan serî li ÎHD'ê dan. Divê cenazeyên 8 kesan li gorî peymana navneteweyî radestî malbatên wan werin kirin. Ji ber vê yekê divê şer bên rawestandin, an cenaze radestî malbatan bên kirin an jî cenaze rakin Saziya Tipa Edlî."
Ji malbatan Ebubekîr Koçhan jî destnîşan kir ku ji ber cenazeyên wan li naverastê tên hiştin, wan serî li ÎHD'ê dane û got, "Em dixwazin cenazeyên xwe rakin û bispêrin axê."