Gelê Qamişlo: Berxwedana Nisêbînê berxwedana me ye
Şêniyên Qamişloyê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li Nisêbînê dan û berxwedan silav kirin.
Şêniyên Qamişloyê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li Nisêbînê dan û berxwedan silav kirin.
Şêniyên taxa Hililî ya Qamişloyê diyar kirin, êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên li Nisêbînê êrîşên qirkirinê yên li hemberî hemû Kurdan e û gotin, "Bi êrîşan re Erdogan nikare me biqedîne. Li wê derê gelê me û şoreşgerên me şer dikin. Em ji dil bi wan re ne."
Şêniyên Qamişloyê bi rêya ANF'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê dan.
'EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EM Ê RAHÊJIN ÇEKÊ Û DESTEKÊ BIDIN'
Şîrîn Şêxmûs got, "Guleyan berdidin me û dixwazin me bitirsînin. Lê em natirsin. Em êrîşên li hemberî Nisêbînê qebûl nakin û şermezar dikin. Em Kurd li her derê ne. Ew li ku bin, em li pişt wan e. Bila nebêjin ew ê me bi fîşekan biqedînin. Ew çiqasî êrîş bikin, wê ewqasî jî ji moralê me zêde bibe ji bo têkoşînê. Înşaleh em ê bi ser kevin. Em dixwazin Rêberê me azad bibe. Em lenetê li Erdogan tînin. Li Nisêbînê şerekî mezin îro heye. Çiqasî êrîşî me bikin jî wê nikaribin me biqedînin. Heta sibehê jî guleyan berdin wê nikaribin me bitirsînin. Bila gelê Nisêbînê zanibe, weke gelê Qamişloyê em li pişt wan e. Eger pêwîstî pê hebe em dayik; em ê rahêjin çekê û destekê bidin wan."
'EM JI ERDOGAN NATIRSIN'
Adla Mehmûd diyar kir, ew van êrîş Tirkiyeyê qebûl nakin û got, "Erdogan vî şerî çiqasî bidomîne jî wê nikaribe me bitirsîne. Weke gel em lşi ser piyan e û daxwaza azadiya xwe dikin. Em nizanin bê Erdogan çi ye, lê em jê natirsin. Çi dike bila bike, em ê dîsa netirsin. Çiqasî êrîş bikin jî pûç e. Em Kurd in û hene. Nikare me tine bike. Kurd wê her tim hebin û em ê azad bibin."
Abdurrezzaq Hesen ragihand, ku ew êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Nisêbînê qebûl nakin û got, "Guleyên wan tên heta Qamişloyê. Yek jê li mala min ket. Dengê teqînan tê. Erdogan gemarî ye. Divê van êrîşan neke. Em van êrîşan qebûl nakin. Li Nisêbînê gelê me qetil dike, malên wan xera dike û zarokên me dikujin. Em vê ti carî qebûl nakin."
'LEŞKERÊN TIRK GULEYAN LI ME DIREŞÎNIN'
Semîra Ferhan jî got, "Bavê min wefat lê belê ev 3 roj in nikarim gora wî jî ziyaret bikim. Dema em diçin ser gorê jî leşkerên Tirk guleyan li me direşînin. Lewma zarokên me nikarin derkevin derve. Guleyên wan li mala me ketin. Em van êrîşên li hemberî Nisêbînê qebûl nakin. Em hemû ji heman miletî ne, em Kurd in. Binêrin vaye dîsa dengê bombeyan hat. Lê belê çi dikin bila bikin, em ê mala xwe, xaka xwe neterikînin."
Gulîstan Ehmed got, "Bila Xwedê ji wan re nehêle. Çi ji me Kurdan dixwazin! Em li vir nikarin li mala xwe jî razên. DAIŞ şandin û Sûriye herimandin. Xwedê belayê bide Wan. Niha jî zilmê li gelê me yê li Nisêbînê dikin. Xwedê wan di nava agirê cehenemê de bişewitîne. Xwedê berxwedana Nisêbînê biparêze."
Ranya Brahîm got, "Xwedê bi me re ye, ne bi wan re ye. Xwedê wê alîkariyê bide me û hesab ji wan bistîne. Dewleta Tirk li Nisêbînê dide. Ji bo gelê me yê li wê derê dilê me dişewite. Ew hemû Kurd in. Şoreşgerên me yên li wir şer dikin. Bila Xwedê bi wan re be."