Kurdan li Aachen û Normandie kongreyên xwe li dar xistin

Mala Gelê Kurd a Aachen û Navenda Civaka Demokratîk a Les Mûreaûx kongreyên xwe li dar xistin. Di kongreyan de berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî hate silavkirin.

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê Mala Gelê Kurd 3. Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç, Hevseroka Gel a Silopyayê Pakîze Nayir û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hatin daliqandin.

Di kongreya ku nûnerê KCD-E jî tevlî bû de pêvajoya siyasî hate nirxandin.

Nûnerê KCD-E diyar kir ku merheleyek dîrokî tê jiyîn, got:

“Em wek gel di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Em pêvajoyeke ku dikare qedera sedsalan diyar bike dijîn. Ji sedsala beriya niha tê zanîn, Ermen hatin qetilkirin, Rom hatin tasfiyekirin. Pêkhateyek yekperest a ku sîstema dewleta Tirk dixwaze ava bike, kîjan gel, civakê wek asteng bibîne tine dike. Niha Kurdên li ber vê li ber xwe didin, nikarin tine bikin mane, li hember Kurdan biryara tasfiyeya topyekun hatiye girtin. Li dijî vê jî bi muzakereyên du salên dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl da Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûyinê veguherîne. Ocalan şerê li Rojhilata Navîn didît.”

‘KURDAN SERKEFTINA BI BERXWEDANÊ NÎŞAN DANE’

Di axaftinê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk di şer de bi israr e, lê Kurd jî bi berxwedana xwe bûne hêzêk, wiha dewam kir: “Kurdan xwe bi berxwedanê ava kirin û bi awayekî şênber li Botanê hate dîtin ku wê bi berxwedanê serkeftin were.”

Di kongreyê de Hevserokên Mala Gelê Kurd a Aachen Mahmût Guler û Hulya Aridûrû hatin hilbijartin.
 
NORMANDÎE

Li herêma Normandîe ya Fransayê Navenda Civaka Demokratîk a Les Mûreaûx 3. Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongreya ku bi tevlîbûna 300 delegeyî pêk hat bi rêzgirtinê destpê kir.

Piştî nirxandinên siyasî ya ji aliyê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, rapora xebatên pêvajoya bihurî hate xwendin, meclîsek ji 50 kesan hate avakirin.

Di encama dengdayinê de ji Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Les Mûreaûx re Elîf Yolcu û Remzî Sonmez hatin hilbijartin.

Kongre bi pêşendana sînevîzyonê ya ji bo Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir, bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Bakurê Kurdistanê” bi dawî bû.

...