Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê hate binçavkirin

Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz hate binçavkirin.

Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz a ku piştî operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî şaredariyên DBP'î ku piştî Hevşaredara Colemêrgê Dilek Hatîpoglu hate girtin peywîra wê dimeşand, hate binçavkirin. Yildiz a ku di têketina bajar de li nêzî avahiyên Tekserê ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

Hate hinbûn ku Yildiz bi hinceta 14'ê Tabaxa 2015'an beşdarî daxuyaniya îlankirina xwereveberiyê bûye hatiye binçavkirin.

Li aliyê din serê sibehê di serdegirtinên malan de Alîkara Hevşaredar Derya Çîftçî jî hatibû binçavkirin.