Şervanê YPS’ê Alturk hate oxirkirin

Şervanê YPS’ê Alî Alturk ê ku di berxwedana Silopya de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê ve li Dîlokê hate oxirkirin.

Şervanê YPS’ê Alî Alturk ê ku di berxwedana Silopya de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê ve li Dîlokê hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPS’ê Alî Alturk (Seyidxan Pîranî) ê ku 5’ê Nîsanê li navçeya Silopya ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû û li Rihayê hatibû tesxîşkirin, bi merasîmekê ve li Dîlokê hate oxirkirin. Cenazeyê Alturk dema ku ji Rihayê tanîn, li çerxerêya ketina Dîlokê ji aliyê bi dehan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê Alturk birin goristana Yenîkent a Dîlokê. Bi sedan kesên ku ji bo merasîma cenaze hatibûn, piştî wecîbeyên olî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehid Namirin" hate oxirkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, dayika Alturk Dîro Alturk û birayê Alturk diyar kirin ku ew bi Alturk re serbilind in. Dayika Alturk wiha axivî: “Ez ê negrîm Eliyê min. Kurê min nespartin axê, kurê min zava ye.” Dîro axaftina xwe bi gotinek pêşiyan bi dawî kir: “Mirin rêya Egîdan e.” 

Piştre jî bavê Alturk, Zade Alturk axivî û da xuyakirin ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye, got: “Serê Serok Apo bila sax be.” 

Piştre gel ji bo sersaxiyê berê xwe da avahiya navçeya Gazîkent a DBP’ê.

...