BI DÎMEN

'Sekvan li şûna xwe nedisekinî; em layiqî wî bin'

Sekvan Îlhan ê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî derbasî Bakurê Kurdistanê û li nava refên YPS'ê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevalên xwe ve hat vegotin.

Sekvan Îlhan ê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî derbasî Bakurê Kurdistanê û li nava refên YPS'ê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevalên xwe ve hat vegotin.

Ji hevalên wî Gelhat Aygun diyar kir, ku Sekvan mirovekî gelekî merd bû û ji her alî ve bi berpirsyarî radibû. Aygun got, "Dema dixwest tiştekî bike, heta bi ser dixist, ew dikir. Bi têkoşeriya xwe re her kes matmayî dihişt. Dema li Şengalê, li Kobanê komkujî rû dan, hevalê Sekvan timî digot, divê em biçin wê derê. Wijdanê wî gelekî li pêş bû. Lewma nikarîbû xwe li bûyerên li Bakur diqewimî rabigirta."

'BI HEVRÊYÊN XWE RE DILSOZ BÛ'

Hevalê Sekvan ê dibistanê Zîndan Kaçan jî got, "Ew xwedî sekneke gelekî cuda bû. Berî şev biqede ber bi aliyê me ve hat. Min ew vexwend ji bo xwarinê, lê nexwar. Lê qet qala çûyîna xwe nekir. Piştre min li dibistanê bihîst ku tevlî bûye. Bilêv nedikir, lê bi sekna xwe re nîşan dida ku wê çi bike, ku divê çi were kirin. Xwedî sekneke ji rêzê nebû."

Kaçan da zanîn, ku têkiliyên hevrêtiyê yên Sekvan Îlhan bandor li wî dikir û got, "Gelekî dilsozê hevrêyên xwe bû. Axaftin, sekin û hurmeta wî bandor li mirovan dikir. Ti carî ji hevalên xwe re nedigot 'na'."

Kaçan got, "Sekvan tehemûlî li bûyeran nekir û tevlî bû. Di vê têkoşînê de şehîd ket. Divê em layiqî wî û têkoşîna wî bin."

'EM MÎNA SEKVAN TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN'

Cûdî Kaçan jî da xuyakirin, ku Sekvan ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihat hezkirin û got, "Hîperaktîf bû, qet li şûna xwe nedisekinî. Mirovekî bi ser hemû bûyeran de diçû bû. Lewma li wargeha Mexmûrê dihat naskirin."

Kaçan ragihand, bi destpêkirina berxwedana li Bakur re Sekvan jî timî dixwest tevlî bibe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Timî digot ku ew nikare xwe li vê zilm û komkujiya li gelê Kurd tê kirin, rabigire. Lewma divê mirov mîna wî bin." Kaçan herî dawî bang li ciwanên Kurd û her kesên xwedî wijdan kir û got, "Em li pêşberî vê zilm û komkujiya li gelê Kurd tê kirin bêdeng nemînin. Mîna Sekvanan em tevlî têkoşînê bibin."

...