BI DÎMEN

DAIŞ: Me êrîşa li dijî Girê Spî bi dewleta Tirk re plan kirin

Çeteyê DAIŞ'ê Septî diyar kir, piştî civîna li Reqqayê dewleta Tirk û çeteyan biryara êrîşa li hemberî Girê Spî dane. Çete Septî anî ziman, ku MÎT'ê destek daye wan û ji bo parastina DAIŞ'ê êrîşî YPG'ê kirine.

Çeteyê DAIŞ'ê Septî diyar kir, piştî civîna li Reqqayê dewleta Tirk û çeteyan biryara êrîşa li hemberî Girê Spî dane. Çete Septî anî ziman, ku MÎT'ê destek daye wan û ji bo parastina DAIŞ'ê êrîşî YPG'ê kirine.

MÎT Û DAIŞ'Ê LI REQQAYÊ BIRYAR DA

Çeteyê DAIŞ'ê Mûad Abdala El Septî yê navê Ebû Kûktat Ezîr li xwe kiriye û di 28'ê Sibatê de li Girê Spî (Til Ebyad) ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, li ser êrîşên li hemberî Girê Spî û têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk re agahiyên balkêş da.

El Septî da zanîn, ku ew ji Dêrazor tevlî çeteyan bûye û der barê êrîşa li hemberî Girê Spî de diyar kir, piştî ew ji Cerablûsê derbasî nava Tirkiyeyê bûne, bi otobusên li ser sînor re li pêşberî Girê Spî sekinîne û dûre bi peyatî ber bi nuqteyên êrîşê çûne.

Mûad Abadala El Septî bi vî rengî li xwe mikur hat:

"Plana êrîşa li hemberî Girê Spî ji aliyê DAIŞ û MÎT a Tirk ve li bajarê Reqqayê hat kirin. Piştî ev plan hat kirin, em 57 kes derbasî Cerablûsê bûn. Di nava pênc baskên tevlî êrîşê bibin de komandoyên întixarî jî hebûn.

Piştî ku em bihaştin Cerablûsê, di sînor re em derbasî Tiriyeyê bûn. Li ser sînor em li otobusên mezin ên MÎT'ê anî bû siwar bûn û piştî 2-3 saetan em gihaştin cihekî 3-4 kîlometre nêzî Til Ebyadê. Em li vê derê ji otobusan peya bûn û bi peyatî ber bi hedefa xwe ve meşiyan. Piştî em ketin nava Til Ebyadê, du komên me çûn Ayn Arûs. Komekê berê xwe da şîrketa elektrîkê, koma din jî rêya Şergîrat û Kobanê girt. Ez di nava Koma Ebû Celabî Cezravî ya ji deh kesan pêk dihat de bûm. Vê komê êrîşî şîrketa eletkrîkê kir.

'LEŞKERÊN TIRK ALÎKARÎ DA ME KU EM ÊRÎŞ BIKIN Û XWE VEKIŞÎNIN'

Li nuqteyên me xwe gihandê, di navbera hin komên me û YPG'ê de şer zû destpê kir. Piştî ku bi destwerdana YPG'ê re şer giran bû, me xwe ber bi sînorê Tirkiyeyê ve vekişandin. Di dema vekişînê de leşkerên Tirk gule berdan YPG'ê, ku em karibin bi hêsanî xwe vekişînin. Ji xwe di civîna piştî plansaziyê de temînat ji me re hatibû dayîn, eger em tengav bibin wê leşkerên Tirk di dema vekişînê de guleyan berdin YPG'ê û bi vî rengî em ê xwe bi hêsanî vekişînin. Dema me êrîşî Til Ebyadê kirin, li ser sînroê Tirkiyeyê gelek tank û leşker disekinînin. Di heman demê de li ser sînorên Cerablûs, Kobanê û Til Ebyadê gelek leşker hatibûn bicihkirin. Ji bo em êrîş bikin plan kirin, rê vekirin û soza ku wê di sînor re bên alîkariya me, bi cih nanîn.

'HEMÛ PÊWÎSTIYÊN ME JI TIRKIYEYÊ TÊN'

Ji ber ku şerê li hemberî Tirkiyeyê bi kêrî me nayê, em li dijî wan şer nakin. Çek-cebilxane û hemû pêdiviyên me di ser Tirkiyeyê re tên. Lewma şerekî li dijî Tirkiyeyê ti carî neket rojeva me. Eger têkiliya me ya bi Tirkiyeyê re xera bibe, wê hatina hemû pêwîstiyên me jî bisekine. Ji ber ku cebilxane û hemû pêwîstiyên me ji Tirkiyeyê tên, em li Tirkiyeyê naxin.

'ME MAŞÎNÊN BOMBEBARKIRÎ DI SER TIRKIYEYÊ RE DERBASÎ TIL EBYADÊ KIRIN'

Di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de li ser planên gelekî mezin û veşartî dihat axaftin. Ji ber vê yekê, di navbera me û Tirkiyeyê de danûstandin û bazareke mezin heye. Û ev yek ti carî qut nebû. Piştî ku Til Ebyad ket bin kontrola YPG'ê, ev danûstandin di ser Cerablûsê re dewam kir. Maşînên teqemenî barkirî me di ser Tirkiyeyê re dişand Til Ebyad û cihên din. Nîvê gelê Tirkiyeyê alîgirê DAIŞ'ê ye. Li Tirkiyeyê di nava gelek sazî û xebatkaran de hucreyên DAIŞ'ê hene.

'LI DÎLOK, RIHA Û GELEK CIHÊN DIN KAMPÊN ME, HUCREYÊN ME HENE'

Li gelek cihên weke Dîlok û Rihayê hînê kampên veşartî yên DAIŞ'ê hene. Ji xwe yên tên tevlî DAIŞ'ê dibin an jî ji nava DAIŞ'ê diçin hin welatên din, di ser Tirkiyeyê re diçin û tên. Yên tên tevlî DAIŞ'ê dibin û dûre poşman dibin, eger karibin xwe xilas bikin, di ser Tirkiyeyê re çin Elmanya yan jî welatên din ên Ewropa û cîhanê. Hin jê jî DAIŞ bi xwe ji bo çalakiyan pêk bîne, di ser Tirkiyeyê re dişîne."

'YÊN TEVLÎ DAIŞ'Ê DIBIN ZERARÊ DIBÎNIN'

Yên tevlî DAIŞ'ê dibin di dawiya dawî de zerarê dibînin. Ji ber ku yên li dora maseyê planan dikin hene, lê yên li eniyê dimirin cuda ne. Di navbera berjewendiyên van her du aliyan de cudahiyên gelekî mezin hene. Ez zewicî me, hevsera min û zarokên min li dû min man. Ez niha girtî me, halbûkî yên min xistin nava vî şerî niha li dora maseyê rûniştine, kêf kêfa wan e."