Li Amedê gerîlayan çalakî li dar xistin: 4 leşker hatin kuştin
Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star a 10’ê Nîsanê li hember hêzên artêşa Tirk ên li Amedê de 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star a 10’ê Nîsanê li hember hêzên artêşa Tirk ên li Amedê de 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyek da.
DETAYÊN OPERASYONÊN MOTKÎ
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Detayên operasyona li bejahiya navçeya Motkî ya Bedlîsê wiha ne:
Der heqê vê operasyonê beriya niha jî hin agahiyên kurt hatibûn dayîn û her wiha nasnameyên 3 hevalên me yên gihiştibûn şehadetê bi gelê me û raya giştî re hatibûn parvekirin.
30’ê Adarê artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanan jî operasyona li vê qadê berfireh kiriye. Bi çekên giran ji qadên derdor li mintiqayên Deşta Xotê û Dêrxasa Mûşê dane.
31’ê Adarê jî operasyonê derdora gundên Kolay, Varan, Zixak, Vartak, Rabat û Parevê jî girtiye nava xwe. 31’ê Adarê saet 11.30’an yekîneyên artêşa Tirk dema amadekariyên êrîşkirina yekîneyek me ya gerîla dikir hate ferqkirin û li vir şer qewimiye. Di şer de 4 leşker û kontrayekî di operasyonan de cih digirt hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Yek ji helîkopterên Kobra ya mudaxeleyî qada şer dikir ji aliyê hevalê me Sabrî hate hedefgirtin û bi awayekî giran hatiye derbkirin. Hevalê me Sabrî yê bi wêrektiyek mezin helîkoptera Kobra derb kir, bi derbeyên helîkopterên Kobrayê ve şehîd ketiye.
Artêşa TC ji Tetwan, Mûş û Motkiyê hêz teqwiyeyî vê operasyonê kiriye, bi leşker danînê ve operasyon berfireh kiriye. Operasyona ku cih bi cih şer tê de qewimîn, 2’yê Nîsanê qada Mêrgamîra jî girte nav xwe. Di operasyona ku bi helîkopterên Kobra bi awayekî zêde li eraziyê dan de hevalên me Serxwebûn û Xebat gihiştine şehadetê.
6’ê Nîsanê di van operasyonên dewam dikirin de bi kontrayan re şer qewimiye, li vir kontrayek hatiye kuştin. Di şerê li derdora gundê Rabate ya girêdayî herêma Deşta Xoteyê zêde bûne de gerîlayê me Hogir Batman bi berxwedanek mezin ve gihiştiye şehadetê. Di vê operasyonê de 2 gerîlayên me ketine dest artêşa TC.
Ev operasyona ku 30’ê Adarê destpê kir her çiqasî 9’ê Nîsanê bi qismî vekişiya be jî hê li eraziyê hejmarek zêde yekîneyên veşartî hiştine. Di şerên domahiya operasyonê de nasnameyên hevalên me Sabrî Koçer (Eşref Oz), Xebat Şoreş (Serhat Ûslûg) û Serxwebûn Garzan (Şaban Bozan) hatibûn eşkerekirin.
LI AMEDÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
10’ê Nîsanê danê êvarî saet 20.00’an artêşa TC gundê Qilêdar ê girêdayî navçeya Licê yê li ser rêya Amed-Çewlikê dorpêç kiriye. Yekîneyek me ya gerîla ku dema vê tevgera dît bi çekên navîn û ferdî ve li vê hêza operasyonê dan. Di çalakiya ku 5 çeper hatin hedefgirtin de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî vê çalakiya serkeftî, artêşa TC derdora xwe ketober da ber hewan û çekên giran.
GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Ev çend rojên dawî ne artêşa TC di operasyona li Çemê Roj ê Dêrsimê ji hewayî û bejahî dest bi bomberdûmanek giran kiriye. Gerîlayê me Sefkan di van operasyonan de bi giranî birîndar bû, xwe feda kir û tevlî karwanê şehîdan bûye.
LI DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ POLÎSEK HATE KUŞTIN
9’ê Nîsanê danê êvarî saet 21.00-22.00’an de di têketina navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê gule li ser wesayîta polîsan a li nêzî lojmanên Polîsan kontrola rê dikir hate reşandin û li gor agahiyên ji vir polîsek miriye. Piştî bûyerê 4 ambûlans hatine, mirî û birîndarên xwe rakirine. Di saetên bûyerê de sivîlekî li derdor ji aliyê polîsan hatiye qetilkirin. Der heqê vê qetilkirinê de ti têkîliyên hêzên me tinene.
ELEQEREQOLA ELEMÛNÊ BÛ HEDEFA ÇEKÊN GIRAN
10’ê Nîsanê saet 13.30’an hêzên gerîlayên me girê Omerlî yê girêdayî qereqola Elemûn a li sînorê Qileban a Şirnexê bi çekên giran hedef girtin. 6 roketên hewanê jî li çeperên gir ketine. Hejmara mirî û birîndarên li vir nehatine zelalkirin, qereqola Elemûnê û girê Omerlî jî qada çalakiyê bi hewan û obusan bombe kirin.
GERÎLAYAN LI QEREQOLA ŞEHÎD KENDAL DAN
10’ê Nîsanê saet 09.00’an hêzên gerîla bi çekên giran û navîn li qereqola Şehîd Kendal a di nav sînorê herêma Heftanîn û Qilebanê de dane. Der heqê encamên van lêdanan de agahî nehatine bidestxistin. Yekîneye artêşa TC a li vir qadên derdora xwe bi obusan bomberdûman kiriye.
8’ê Nîsanê artêşa TC li bejahiya gundê Kihê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon saet 00.00’ê de bê encam vekişiyaye, li mintiqa Kanî Orê jî yekîneyên veşartî hatine bicihkirin.
NASNAMEYÊN 2 GERÎLAYAN
HPG’ê agahiyên nasnameyên 2 gerîlayên li Dêrsim û Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Nasnav: Hogır Bamert
Nav û Paşnav: Akîf Kansu
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Sabriye - Ubeyd
Dîrok û Cihê Şehadetê: 6’ê Nîsana 2016’an / Bedlîs
***
Nasnav: Sefkan Dêrsim
Nav û Paşnav: Eren Top
Cihê Jidayikbûnê: Dêrsim
Navê Dayik û Bav: Fatma - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Nîsana 2016’an / Dêrsim