Gerîlaya YJA Star Kiliç hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ayşenûr Kiliç (Dorşîn Cevzî) ya li çoltera Sasonê di şer de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ayşenur Kiliç (Dorşîn Cevzî) ya li çoltera Qabilcewz a Êlihê jiyana xwe ji dest dabû piştî ku ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin anîn taxa Cewzî ya navçeya Hênê ya Amedê. Gelek welatî û nûnerên saziyan jî li vir cenaze pêşwazîkirin. Jinan darbesta Kiliç hilgirtin û heta goristanê bi dirûşma "Şehîd namirin" ve birin.
Li vir piştî ku cenaze hate definkirin Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku Kiliç jî li dijî neheqiyên li hemberî gelê xwe di rêya Sara û Bêrîtanan de tevlî têkoşînê bûye, wekî jin ew ê têkoşîna wê bidomînin.
Piştre gel derbasî Mala Şînê ya Cevziyê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin.