Çeteyên Qesrê yên ku nikarin berxwedana Şirnexê bişkînin, bajar hildiweşînin

Li Şirnexê hêzên dewletê yên ku dixwazin bikevin herêmên xwerêveberiyê, li ser bersivên xurt yên şervanên YPS’ê û YPS-JIN bi neçarî vedikişin û bi bomberdûmanan hilweşandina bajêr didomînin.

Li Şirnexê hêzên dewletê yên ku dixwazin bikevin herêmên xwerêveberiyê, li ser bersivên xurt yên şervanên YPS’ê û YPS-JIN bi neçarî vedikişin û bi bomberdûmanan hilweşandina bajêr didomînin.

Êrîşên çeteyên Qesrê yên li ser Şirnexê di bin navê “ Qedexeya kolanan” di roja 28. de bi dijwarî berdewam dike. Piştî êrîşên bi bomberdûmanên ji duh ve, çeteyên Qesrê yên ku dixwazin bikevin taxên Cûmhûriyet, Bahçelîevler û Îsmetpaşayê rastî berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN hatin, li ser vê bi neçarî vekişiyan nuqteyên xwe û bajar bomberdûman dikin.

Bi tank, top û wesayîtên zirxî yên li herêma Sîn û Bar ya li ser rêya Sêrtê hatine bicihkirin, çeteyên ji navenda Gumuştepeyê, Tugaya Jendermeyan a Çakirsogut û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan li derdorî bajar bi cih bûne, di serî de taxên Yenî, Bahçelîevler û Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dicleyê bê navber bomberdûman dikin.

Di bomberdûnê de mal û kargeh bêkêr bûne, hat dîtin ku di tevahiya rojê de dûmana reş ji esmanên bajar kêm nebûne. Destpêkê tank, top û obus bomberdûmanê dikin, paşê jî wesayîtên zirxî guleyan ketober direşînin. Ji saetên danê sibehê ve ji ber bomberdûmana berdewam dike, bi dehan mal hatin hilweşandin û bêkêr bûn.

Gelek ambûlansên ku çûn taxên Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Yenî yên ku di tevahiya rojê de hatin bomberdûmankirin, hat dîtin ku destpêkê diçin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û paşê jî diçin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li aliyê din li ser esmanên bajar tevgera pêgerên keşfê û helîkopteran dewam dikin.