Bombe li taxên Silopiyayê tên barandin
Li Silopiyayê "qedexeya derketina derve" ya di 4'ê Nîsanê de destpê kir, di roja 7. de dewam dike. Taxên Barbaros û Başak bê navbera ji aliyê tankan ve tên bombekirin.
Li Silopiyayê "qedexeya derketina derve" ya di 4'ê Nîsanê de destpê kir, di roja 7. de dewam dike. Taxên Barbaros û Başak bê navbera ji aliyê tankan ve tên bombekirin.
Li Silopiyayê "qedexeya derketina derve" ya di 4'ê Nîsanê de destpê kir, di roja 7. de dewam dike. Taxên Barbaros û Başak bê navbera ji aliyê tankan ve tên bombekirin. Malên li taxên berxwedanê bi taybetî dibin hedefa tankan.
Li navçeyê heta niha şerek neqewimiye, lê tank bênavber li xaniyan didin. Ev rewş biryara Desteya Wezîran a "cemawerîkirina lezgîn" dixe hişê mirovan.
Di êrîşên 14'ê Kanûnê destpê kirin û 37 rojan dewam kirin de, li navçeyê 462 hatin xerakirin û xisar li zêdeyî 3 hezar xaniyan bûbû.
Li navçeyê, ji ber nerazîbûna gel, hilweşandina xaniyên mayî lawaz bûbû. Lê belê bi "qedexeya derketina derve" ya 4'ê Nîsanê re ku 7 roj in dewam dike, hewl tê dayîn xisareke mezintir li navçeyê were kirin û bi vî rengî navçe hîn bêhtir bi lez were hilweşandin.