Nûçegihanên DÎHA’yê Oktay û Akgul birin emniyetê
Nûçegihanên DÎHA’yê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên ku li Nisêbînê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, birin Midûriyeta TEM'ê.
Nûçegihanên DÎHA’yê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên ku li Nisêbînê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, birin Midûriyeta TEM'ê.
Nûçegihanên DÎHA’yê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê geşadanên diqewimin dişopandin, di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Tîmên taybet li malê bi saetan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê Oktay û Akgul li wesayîtên zirxî siwar kirin û birin Midûriyeta Şaxa TEM'ê.
Kamera, wênekêş, kompiter û telefonên Akgul û Oktay hatin desteserkirin.