Li Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî didomin
Li Şirnexê û navçeyê wê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Abdullah Gungen hate binçavkirin.
Li Şirnexê û navçeyê wê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Abdullah Gungen hate binçavkirin.
Li Şirnexê û navçeyê wê hêzên dewletê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Abdullah Gungen jî binçav kirin. Ji duh ve li Silopiyayê gelek Şirnexî hatin binçavkirin.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê Ethem Kizilcan ê ku duh hatibû binçavkirin û biribûn Şirnexê derxistin dozgeriyê. Kizilcan bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Li aliyê din Hevseroka Genel Îş a Şirnexê Zeynep Îdîn a ku li Cizîrê di nuqteya kontrolê ya polîsan de hate binçavkirin hate hînbûn ku birine Şirnexe. Sedema binçavkirina Îdîn nehate hînbûn.