Li Silopiyayê 2 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên malan ên li Taxa Cûdî ya Silopiyayê de Hakîm Îrmez û Dundar Sansur hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên malan ên li Taxa Cûdî ya Silopiyayê de Hakîm Îrmez û Dundar Sansur hatin binçavkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi “qedexeya kolanan” ve hêzên dewletê ji milekî êrîşî taxan dike ji milê din jî her roj bi ser malên gel de digire û ciwanan binçav dike. Çeteyên Qesrê li Taxa Cûdiyê bi ser malê de girtin, Hakîm Îrmez û Dundar Sansur binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Hakîm Îrmez bi hinceta lêgerîn der heqê wî de heye hate binçavkirin, lê sedema binçavkirina Dundar Sansur nehate zanîn.