Nûçegihanê DÎHA’yê Ataman hate girtin
Nûçegihanê DÎHA yê stajyer Ziya Ataman ê li Wanê hate binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Nûçegihanê DÎHA yê stajyer Ziya Ataman ê li Wanê hate binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê stajyer Ziya Ataman ê ku li Taxa Kurubaş a navçeya Artemêtanê ya Wanê dema ku nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê anîn Edliyeya Wanê. Ataman bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hate kirin. Ataman bi sîstema SEGBÎS'ê ve îfade da Dadgeha Cezaya Sulhê ya Elkê. Dadgehê bi heman hincetê biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.
Hate diyarkirin ku parêzerên Ataman wê îtirazî biryarê bikin.