Dayika Uveyş li ser gora wê hate bibîranîn
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 24’ emîn salvegera wefata xwe de li ser goristana wê hate bibîranîn.
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 24’ emîn salvegera wefata xwe de li ser goristana wê hate bibîranîn.
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Uveyş Ocalan, di 24’ emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê aktîvîstên KJA’yê li ser goristana wê hate bibîranîn. Di bîranînê de Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka HDP’a Rihayê Eyşê Sûrûcû, Hevseroka DBP’a Rihayê Leyla Coşkûn, Hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeya Xelfetiyê, endamên malbata Ocalan û gelek aktivîstên KJA amade bûn. Bir armanca bîranîna dayika Ocalan, li herêma ku goristana dayik û bavên Ocalan lê ne dar hatin çandin. Gul danîn li ser gorên Uveyş û Omer Ocalan ên ku li gel hev in.
‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ KU DI ÇAVÊN DAYIKA UVEYŞ DE MABÛ HESRET WÊ BIGIHIJE ARMANCA XWE’
Piştî dar hatin çandin, axaftin hatin kirin. Hevseroka HDP’a Rihayê Eyşê Sûrûcû axivî û da xuyakirin ku Dayika Uveyş dayika wan hemûyan e û wiha domand: “Dayika Uveyş ji bo Têkoşîna Azadiyê Ocalan anî dinê û mezin kir. Dayika Uveyş di jiyana xwe de kêr hatî û qehreman bû. Di nava civaka ku hatiye perçiqandin de qet serî netewand. Dayikek kedkar e. Dayika Uveyş dayikek berxwedêr û serê wê bilind bû. Ev hêza wê gihişt jinên din ên Kurdan jî. Em dixwazîn li vir vê bînin ziman, têkoşîna azadiyê ku di çavên dayika Uveyş de mabû hesret wê bigihije armanca xwe.”
‘SOZA ME JI BO DAYIKA UVEYŞ; SEROKATIYEK Û KURDISTANEK AZAD E’
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku dayika Uveyş sembola berxwedanê ye û ev berxwedan wê bi sedan salan bidome û wiha pê de çû: “Em soz didin têkoşîna ku Dayika Uveyş ava kiriye. Me ew têkoşîn dewir girtiye, em ê têkoşînê mezin bikin. Dîsa divê bê zanîn ku têkoşîn û berxwedana me wê ti hêz nikaribe bişkîne. Rexmê ku Dayika Uveyş di demên herî dijwar û zehmet de jiya, bi sekna xwe ya birûmet têkoşîn daye û wê di dîrokê de her dem were bibîranîn û neyê jibîrkirin.”