Li Geverê şer giran e, agahî ji birîndarekî nayê girtin!

Li Geverê, di navbera hêzên dewleta Tirk û hêzên YPS'ê de şerekî dijwar diqewime. Duh êvarê ji qereqolên li aliyê Şemzînanê gelek tank û maşînên zirxî ber bi taxên berxwedanê ve hatin veguhastin. Gundê Dara jî dorpêçkirî ye.

Li gundê Dara yê navçeya Colemêrg Geverê, kesek bi birîndarî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat binçavkirin û heta niha agahî jê nehatiye girtin. Şahidên bûyerê gotin, dema hêzên dewletê birîndar xistin maşîna zirxî, 4 caran dengê çekan hatiye bihîstin. Fikar hene ku kesê bi birîndarî hatiye binçavkirin, hatibe înfazkirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, di navbera hêzên dewleta Tirk û hêzên YPS'ê de şerekî dijwar diqewime. Duh êvarê ji qereqolên li aliyê Şemzînanê gelek tank û maşînên zirxî ber bi taxên berxwedanê ve hatin veguhastin.

Gundê Dara jî hat dorpêçkirin. Piştî bomberdûmanê gule li gund hatin reşandin û danê sibehê li gund lêgerîn hat kirin. Bi sedan gundî li nava malên xwe hatin hepskirin. Hat ragihandin kesekî navê wî nehat zanîn bi birîndarî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye binçavkirin. Şahidên bûyerê gotin, dema hêzên dewletê birîndar xistin maşîna zirxî, 4 caran dengê çekan hatiye bihîstin. Fikar hene ku kesê bi birîndarî hatiye binçavkirin, hatibe înfazkirin. Gund hînê ji aliyê hêzên dewletê hatiye dorpêçkirin.