'Eger em nebin yek, wê Enfal û Helepçeyên nû rû bidin'
Serokê Komeleya Quraniyên Komkujiya Helebçeyê Loqman Abdulkadîr da xuyakirin, ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas de ye û got, "Eger em di vê demê de nebin yek û hev neparêzin, wê komkujiyên nû yên Enfal û Helebçeyê rû bidin."
FERZAD EMÎN EYUP
HELEBÇE / ANF
sêşem, 12 avrêlê 2016, 07:00
Serokê Komeleya Quraniyên Komkujiya Helebçeyê Loqman Abdulkadîr da xuyakirin, ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas de ye û got, "Eger em di vê demê de nebin yek û hev neparêzin, wê komkujiyên nû yên Enfal û Helebçeyê rû bidin."
Tevgera Enfalê ya rejîma Baas a Iraqê di navbera salên 1986 û 1989'an de li hemberî Kurdan da destpêkirin û di encamê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, di sala 1988'an de gihîşt asta herî bilind. Lewma her sal di 14'ê Nîsanê de qurbaniyên Enfalê tên bîranîn.
Serokê Komeleya Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê Loqman Abdulkadîr bi wesîleya 28. salvegera komkujiya Enfalê bersiv da pirsên me. Abdulkadîr diya rkir, ji qurbaniyên komkujiyê re desteka pêwîst nehat dayîn û anî ziman, her çend 28 sal di ser re derbas bûne jî hînê gelek birîn nehatine pêçandin.
Tê gotin, qurbaniyên Helebçe û komkujiya Enfalê di wê baweriyê de ne ku xwedî li wan nehatiye derketin. Di kîjan mijaran de xwedî li wan nayê derketin?
Yên dûrî Helebçeyê ne, mixabin bi êşên em dikişînin re nizanin. Li hemberî Helebçeyiyan bi tenê êrîşa çekên kîmyewî nehat kirin û bi tenê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedan. Piştî komkujiyê bi dehan pirsgirêkên weke; mirovên sêwî man, zarokên winda bûn û cenazeyên bêxwedî man, derketin holê. Her sal di salvegera komkujiyê de tên Helebçeyê, merasîmeke bîranînê lidar dixin û diçin. Ji bo me biranîna şehîdan girîng e, lê belê bi tenê ew tê kirin. Divê Helebçe û Enfal ne tenê ji bîranînê heta bîranîneke din bên bîra me.
Di roja me ya îro de jî hînê gelek kes ji ber çekên kîmyewî nexweş in. Gelo tedawiya van nexweşiyan pêkan e? Ji aliyê madî ve alîkarî ji van malbatan re tê dayîn?
Ji ber çeka kîmyewî gelek nexweşên me hene. Tevî ku me bi gelek saziyan re têkilî danîne jî, ji bo tedawiya wan ti rêya çareseriyê nîşan nedan. Li şûna ku çareseriyekê ji nexweşiyê re bibînin rabûn gotin, 'nexweşxan ji Helebçeyê dernexînin'. Wekî din, mûçeyên ji malbatên di komkujiyê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane yan jî nexweş ketine, ya nayên dayîn yan jî gelekî kêm tên dayîn. Weke ku tê zanîn, mirovên bi saxî ji komkujiyê rizgar bûn, hemû ji ber bandora kîmyewî bi nexweşiyên giran ketin. Nikarin bixebitin. Ji bo ev mirov karibin jiyana xwe bidomînin, girîng e hikûmet bi rêk û pêk mûçeyan bide van mirovan.
Li ser mijara zarokên di dema komkujiyê de winda bûn, karekî hikûmet dike heye? Heta niha çend kes hatin dîtin an jî hatin tespîtkirin?
Ji bo zarokên di dema komkujiyê de winda bûn bigihêjin malbatên xwe, karekî cidî yê hikûmet dike, nîne. Heta niha ji 70 malbatan 114 kes hînê winda ne. Negihaştine malbatên xwe. Wekî din gorên gelek şehîdên me li Rojhilatê Kurdistanê ne. Bi qasî 763 gor li wir in. Ji bo ew gor li nava goristana bîrdariyê ya Helebçeyê bên bicihkirin, mixabin hikûmet tiştekî nake.
Ya ku divê hikûmet weke karekî sereke ji Helebçeyê re bike çi ye?
Bêguman tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê di dema rejîma Baas de zilm dîtiye, bi tevgera Enfalê re hatiye qetilkirin. Pêwîste hikûmet mezlûmiyeta gelê Helebçeyê bi civaka navneteweyî re bide qebûlkirin. Ev nehat kirin. Helebçe û Enfal mijarên ku divê hikûmet li ser bixebite. Hikûmetê dikarîbû têkşîna rizgariya neteweyî ya gelê me sed sal in dimeşîne, bi rêya Enfal û Helebçeyê bida naskirin. Divê Helebçe bibe bajarê mezlûmiyeta Kurdan.
Îro li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd komkujiyan dike. Ji bo Enfal û Helebçeyên nû rû nedin, divê Kurd çi bikin?
Eger dîroka hêzên mêtînger ên li Kurdistanê bê lêkolînkirin, wê were dîtin ku ne tenê li Iraqê li Îran, Tirkiye û Sûriyeyê jî komujî li gelê Kurd hatiye kirin. Ji ber sekna ji hev parçebûyî ya Kurdan, dijminên Kurdan her tim cesaret dîtine komkujiyê li Kurdan bikin. Heta ku weke gel em ji hev parçe bin, hurmetê nîşanî nêrînên hev nedin û li hemberî dijmin nebin yek, wê Enfal û Helepçe her bi serê me de bên.
Rejîma baasê dema li hemberî gelê me komkujiyên Enfal û Helepçe kir gelê me ji hev cihê nekir. Negot, 'ev ji vê nêrînê ye, ev ji wê nêrînê ye, ev nebaş e'. Ji ber ku mirovên me Kurd bûn, yekser qetil kir. Polîtîkaya îro dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne ev e. Li hemberî daxwaza herî xwezayî ya gelê me ya xwerêvebirin û bikaranîna zimanê dayikê, ji 7 heta 70 salî bi qetilkirina mirovên me bersivê dide. Divê weke gelê Kurd em nebin qurbanê lîstikên dijminên xwe. Li pêş çavên dewletên dijminê Kurdan, Kurd hemû weke hev in. Wê demê divê li pêş çavên me hemûyan jî hemû dijmin yek bin. Bi yekîtiya neteweyî re em dikarin di vê demê de bi ser kevin.
Dewleta Tirk bi van êrîşan re dikare li hemberî gelê Kurd bi ser keve?
Bêguman dijminên Kurdan gelek caran bav û kalên me qetil kirin. Ji bo nasnameya Kurdîtiyê ji holê rakin, lê belê gelê Kurd timî da ser şopa şehîdan û xwedî li têkoşîna xwe derket. Mînakên herî şênber û dema nêz komujiyên Enfal û Helebçeyê ne. Ji rejîma Baas hebû ku bi qetilkirinê re dikare gelê me biqedîne. Lê belê îro hikûmeta me heye, wekî din Serokkomarê Iraqê Kurd e. Yanî bi qetilkirinê re Kurd naqedin.
Gelê me ji bo azadiyê berdêlên mezin da û hînê jî dide. Gelê me wê di dawiya dawî de azad bibe. Yên bi komkujiyan re bersivê didin daxwazên wekheviyê yên gelê me, aqûbeta wan wê mîna ya Saddam Huseyîn be. Ya ku em ji siyaseyên me dixwazin ew e, destketiyên bi berdêlên di rêya azadiyê de bi dest ketine, ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo azadiya gelê me bi kar bînin.