Înan ê YPS’yî ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Vedat Înan (Şoreşger Gap) ê YPS’yî yê di berxwedana xwerêveberiya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li warê wî Wêranşarê hate oxirkirin.

Vedat Înan (Şoreşger Gap) ê YPS’yî yê di berxwedana xwerêveberiya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li warê wî Wêranşarê hate oxirkirin.

Vedat Înan (Şoreşger Gap) ê YPS’î ku cihê xwe di berxwedana xwerêveberiya Silopiyayê de girt û jiyana xwe ji dest da, piştî ku cenazeyê wî li Rihayê hate teşxîskirin, bi beşdariya hezaran kesî ve li warê wî Wêranşarê bi merasîmekê hate definkirin. Cenazeyê Înan ji navenda Rihayê heta Wêranşarê bi konvoyeke wesayîtan ve kete rê, di ketina navçeyê de ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Konvoya wesayîtan ber bi Goristana Yenîmezarlikê ve ketin rê, 5 kîlometreyan beriya bigihêjin goristanê, ji aliyê gel ve hate rawestandin. Darbesta Înan li ser milan bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Bijî Serok Apo” hate birin.

Piştî wecîbeyên olî, Înan spartin axê. Li vir bavê Înan axivî û diyar kir ku kurê wî kurê hemû Kurdên bi rûmet û bi namûs e û wiha got : "Rêya kurê min rêya me ye. Rêya wî pêşeroja me ronî dike. Em ê heta dawî xwedî li mîrateya wî derkevin. Serê min bi kurê min her tim bilind e. Ji ber ku em bi tenê nehiştine, ez spasiya we hemûyan dikim." Piştî bavê Înan, Hevserokê DBP'ê Xoşnav Ata axivî û wiha anî ziman: "Cangoriyên me her tim roniya dilê me ne. Ew hêviya jiyana me ne. Wan jiyanek azad pêşniyarî me kirin û divê em jî li vê pêşniyar û armancan wan xwedî derkevin."

Piştî cenaze hate definkirin, welatî derbasî cihê şînê ya li Taxa Yenîşehîrê ya bi navê Hecî Siyabend Akbaş bûn.