YPG: Li Helebê 5 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê destnîşan kir ku di şerê dawî yê li Şêxmeqsûd de 5 endamên komên çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê destnîşan kir ku di şerê dawî yê li Şêxmeqsûd de 5 endamên komên çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê destnîşan kir ku di şerê dawî yê li Şêxmeqsûd de 5 endamên komên çete hatine kuştin.
Navendê der barêmijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Halebê berdewam dikin.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "10'ê Nîsanê komên çeteyan ji herêmên Seken Şebabî, Muselles û Eşrefiyê xwestin têkevin taxa Şêxmeqsûd. Hêzên me bersivên tund dan êrîşên çeteyan û hemû êrîş şikandin. Di şerê qewimî de bi qasî hatiye zelalkirin li herêma Eşrefiye 2 çete hatin kuştin.
Komên çete danê sibehê jî ji herêmên Seken Şebabî û Eşrefiye êrîşên nû lidar xistin. Ev êrîş jî ji aliyê hêzên me ve hatin şikandin. Bi qasî hatiye zelalkirin di şerê qada Seken Şebabî de 2, di şerê li milê Eşrefiyê de jî çeteyek hat kuştin."
ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ'Ê
Di daxuyaniyê de li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê Kobanê û Cizîrê de jî agahî hatin dayîn û hate destnîşankirin ku di 10'ê Nîsanê saet di navbera 09.30 û 11.00 de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler a Kobanê kirin. Di daxuyaniyê hate gotin ku di heman rojê saet di 07.00 de çeteyên DAIŞ'ê bi topên hawanan êrîşî gundê Elwa yê li başûrê Şedadê kirin.