YPS: 31 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser şerê duh ê li Nisêbîn, navenda Şirnexê û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser şerê duh ê li Nisêbîn, navenda Şirnexê û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser şerên rojên dawî yên li Nisêbîn, navenda Şirnexê û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniya YPS'ê, di şerê duh de li van her sê bajaran herî kêm 31 tîmên taybet ên çeteyên Qesrê hati kuştin.
Di daxuyaniyê de nasnameya 3 berxwedêrên li Nisêbîn û Geverê jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin.
Daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS'ê ya li mijar mijarê bi vî rengî ye:
NISÊBÎN
"Roja 10'ê Nîsanê saet di 09:45'an de çeteyên Qesrê xwestin bikevin nava taxa Kanîka. Tîmeke me ya YPS'ê bi narincokan (bombeyên destan) li van çeteyan dan. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek hat rûxandin û 2 çeteyên qesrê hatin kuştin. Heman rojê saet di 14:00 de hêzên qetlîamker careke din xwestin bikevin taxê. Li hemberî hêzên qetlîamker çalakiyek sabotajê hat kirin û di heman demê de derbên bi bandor li wan hatin dayîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê yên di vê çalakiyê de nehatin zelalkirin. Li hemberî taxên di bin kontrola yekîneyên me yên parastina sivîlan de ne, bi tank, hawan û katyûşa bomberdûmant ên kirin.
Navên 2 endamên me yên YPS'ê yên roja 7'ê Nîsanê li taxa Kanîka şehîd ketin ev in: (agahiyên berfireh wê piştre bên dayîn)
Nasnav: Şoreş Nisêbîn / Nav paşnav: Abdullah Karadûman
Nasnav: Xalit Mêrdîn / Nav paşnav: Abdurrahman Oral
ŞIRNEX
10'ê Nîsanê piştî nîvro, piştî ku maşîneke zirxî gule li taxa Dîcleyê reşand, komek ji POH'ê hewl da ji vê gulereşandinê sûdê werbigire û bi dizî xwe berde nava taxê. Yekîneyên me yên YPS'ê bi vê hewldanê hesiyan û di encama lêdana bi bandor de 2 endamên POH'ê kuştin. Wekî din tîmên taybet xwestin ji aliyê Navyan û Tatarê bikevin nava taxa Dîcle. Yekîneyên me yên YPS'ê liv ir jî bersiv dan û di şerê heta danê sibehê dewam kir de 7 tîmên taybet hatin kuştin.
GEVER
Roja 10'ê Nîsanê saet di 07:00 de, 8 endamên JOH'ê dema hewl didan bikevin avahiyek li taxa Cûmhûriyetê, yekîneyeke me ya YPS'ê çalakiyeke sabotajê li avahiyê kirin. Li vê derê 8 endamê JOH'ê di binê xirbeyê avahiyê de man. 12 endamên JOH'ê yên ji bo alîkarî û rizgarkirinê hatin, bûn hedefa yekîneyeke me. Di encma vê çalakiyê de hewldana dijmin a teqwiyekê têk çû û tevî 12 endamên JOH'ê li vê qadê bi giştî 20 endamê JOH'ê hatine kuştin.
Nasnameya endamekî me yê YPS'ê yê roja 29'ê Adarê li Geverê şehîd ket, bi vî rengî ye:
Nasnav Rûbar Qoser / Nav paşnav: Vedat Arsû / Navên dayik û bav: Fatîha-Huseyîn / Dem û cihê ji dayikbûnê: 1990 Mêrdîn."