Nasnameyên 5 şervanên li Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di êrîşên çeteyan ên li ser Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di êrîşên çeteyan ên li ser Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ve nasnameyên 5 şervanên xwe yên di êrîşên çeteyan ên li ser Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha got:

“Carek din taxa Şêx Meqsûdê li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê berxwedanek bi nirx nîşan da û ew êrîşên terorîstî ku sînorê mirovahiyê derbas dikir da şkandin, Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) careke din bi hev re cesareta xwe di parastina mafê jiyanê de îsbat kirin.

Îro, 9 Nîsanê, em nasnameya pênc hevalên xwe yên ku bi lehengî di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de cihê xwe girtin û gihîştin şehadetê radigihînin. Her yek ji van hevalan ji bo me romanek nû ji berxwedanê temsîl dike. Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin em ji malbatê van qehremanan re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li beramberî têkoşîna wan a bi rûmet ditewînin. Bila bîranina wan, hêvî û hêza berdewamiya rêya wan a pîroz be.”

Nasnameyên cangoriyan wiha ne:

Nasnav: HARUN ROJHAT

Nav û Paşnav: HEKAN OLMEZ

Navê Dayikê: QAZÎ

Navê Bav: EHMED

Cihê Jidayikbûnê: WAN

Cih û Dîroka Şehadetê: HELEB, ŞÊXMEQSUD 07-04-2016

***

Nasnav: ŞAHÎN

Nav û Paşnav: REŞÎD REŞO

Navê Dayikê: NEHÎLE

Navê Bav: EHMED

Cihê Jidayikbûnê: EFRÎN, CINDÊRIS

Cih û Dîroka Şehadetê: 07-04-2016

***

Nasnav: EGÎD ÇIYA

Nav û Paşnav: MIHEMED COLAQ

Navê Dayikê: FÊROZ

Navê Bav: ELÎ

Cihê Jidayikbûnê: EFRÎN, CILMÊ

Cih û Dîroka Şehadetê: HELEB, ŞÊXMEQSUD 07-04-2016

***

Nasnav: SILÊMAN

Nav û Paşnav: SILÊMAN HECO

Navê Dayikê: HEMÎDE

Navê Bav: EHMED

Cihê Jidayikbûnê: EFRÎN, HEC XELIL

Cih û Dîroka Şehadetê: HELEB, EŞREFIYÊ 07-04-2016

***

Nasnav: ŞOREŞ

Nav û Paşnav: OMER HINDAWÎ

Navê Dayikê: QALIYE

Navê Bav: MEHMUD

Cihê Jidayikbûnê: KOBANÊ

Cih û Dîroka Şehadetê: HELEB, ŞÊXMEQSUD 06-04-2016