Cenazeyê Kaya bi tîlîliyan ve hate oxirkirin
Cenazeyê Azad Kaya yê ku li Sûra Amedê di 14'ê Adarê de bi 3 cenazeyan re ji navçeyê hatin derxistin, li Gorîstana Yenîkoyê bi tilîlî û dirûşmeyan hate definkirin.

Cenazeyê Azad Kaya (22) yê ku ji navçeya Sûrê ya Amedê di 14'ê Adarê de bi 3 cenazeyên re ji navçeyê hatin derxistin, piştre ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Dema ku cenazeyên Kaya anîn Gorîstana Yenîkoyê Dayika Kaya lorand û wiha got: "Azadê min îro bûye zava, em ê destê wî hene bikin." Di merasimê de Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel rêveberên HDP, DBP, MEYADER'ê û gelek kes amade bûn. Piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Yenîkoyê, darbesta Kaya li ser milan ber bi gorê ve hate veguhestin. Di dema veguhestina darbestê de dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne" hatin berzkirin. Di merasimê de sirûda "Çerxa Şoreşê" bi yek dengî hate xwendin.
Di merasima cenaze de Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe axivî û diyar kir ku îro jî şehîdekî din jî defin kirine û wiha got: "Niha li ser Cîzîr, Gever, Sûr, Silopiya û Nîsêbinê şerekî gelekî qirêj tê meşandin. Em ê ji niha û şûn ve li hemberî keda şehîdên xwe bê deng nemînin. Em ê her tim di rêya şehîdên xwe de bimeşin."
Wê sibehê li Mala Şînê a li Temîra sersaxî bê qebûlkirin.