Li Şirnexê bomberdûmanên hemwext

Li gelemperiya Şirnexê bomberdûmaneke dijwar a hemwext destpê kir.

Li gelemperiya Şirnexê bomberdûmaneke dijwar a hemwext destpê kir.

Êrîşên çeteyên Qesrê yên di roja 26’emîn a ku li Şirnexê berdewam dike, ji saetên sibehê ve bomberdûmaneke dijwar li tevahiya bajar hatiye destpêkirin. Tank , obus, top û hewanên yên ku li 23. Fermandariya Tûgaya Sînorî a Jendermeyan, Rêya derve, Gûmûştepe navenda tîmên taybet , herêma Sîn û Ber ya li ser rêya Sêrtê Tûgaya Jendermeyan a Çarkirsogut ên ku li ser cihên stratejîk hatine bicihkirin bajar bi awayek bê navber bomberdûman dikin.

Bomberdûman di serî de li hember Taxên Cûmhûriyet û Bahçelîevler û Taxên Îsmetpaşa, Bazîpaşa, Dîcle û Yeniyê dijwar bûne, Qada Cûmhûriyetê ya ku weke navenda bajar û Mala Mamostayan jî hatin bomberdûmankirin. Di bomberdûmanê de bi dehan mal hatin hilweşandin û ji taxan dûman bilind dibin.

Piştî bomberdûmanê cih bi cih dengê teqînan tê. Herêmên ku şer lê dijwar bûn, gelek ambûlans hatin sewqkirin, hat dîtin ku ambûlansên mirî û birîndar rakirin 23. Fermandariya Tumen a Sînorî ya Jendermeyan. Piştî ku ambûlans çûn tumenê, gelek helîkopter ji tumenê bilind bûn û ber bi Cizîrê ve ketin rê.

Li aliyê din hate dîtin ku çeteyên Qesrê li Taxên Şehr-î Hûh, Tekser, Vakifkent û Gundogdûyê li ser avahiyên bilind cihê xwe çêdikin û li avahiyan bi cih dibin.

Bomberdûmana ku ji saetên sibehê ve berdewam dike, bi awayekî bê navber hê jî didome.