'Divê Kurd li dora stratejiyeke hevpar li hev bicivin'
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî ya Xurmatû Şamîl Kamîl diyar kir, rêxistinên îstîxbaratê li Xurmatû û Germiyanê di navbera gelan de aloziyê derdixînin û hişyarî da ku ev rewşa aloz di dema pêş de dikare rê li ber encamên bêhtir nebaş veke.
ANF
XURMATÛ
yekşem, 10 avrêlê 2016, 07:50
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî ya Xurmatû Şamîl Kamîl diyar kir, rêxistinên îstîxbaratê li Xurmatû û Germiyanê di navbera gelan de aloziyê derdixînin û hişyarî da ku ev rewşa aloz di dema pêş de dikare rê li ber encamên bêhtir nebaş veke.
Kamîl da xuyakirin, şerê di destpêka payîza 2015'an de li Xurmatû qewimî niha nîne, lê belê rewşa aloz hînê di asta herî bilind de ye.
Kamîl got, "Em Kurd dixwazin bi hemû cihêrengiyan re di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Lê belê gelek hêz dixwazin Xurmatû, Kelar û Xaneqînê veguherînin qada şerê navbera hêzan. Mînak DYA hewl dide li Bakurê Iraqê di navbera ŞÎan de şer derxîne. Alîgirên Malîkî dixwazin di navbera Kurdan û Şîan, Îran jî dixwaze li herêmê di navbera Şîa û Sûniyan de şer derxîne. Bi vî rengî hewl didin li ser herêmê serdest bin."
Kamîl ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê bal kişand ser projeya Tevgera Azadî û got, "Eger bi rastî jî projeya me bê nirxandin, di serî de li Xurmatû wê di navbera gelên li tevahiya herêmê de li şûna şer, rewşeke tehemûlî hev dikin û bi hev re di nava aştiyê de dijîn derkeve holê."
'AJANÊN DEWLETAN BI ZANEBÛN REWŞÊ ALOZ DIKIN'
Rêveberê Tevgera Azadî yê Xurmatî Şamîl Kamîl da zanîn, li herêmê ajanên dewletê cuda kar dikin, gelek alozî ji ber vê yekê rû didin û got, "Ajanên Erebîstana Siûdî, ajanên Îranê, ajanên Tirk li vir dixebitin. Her kes li gorî xwe tiştekî dike. Aloziyan derdixînin. Mirov dibihîzin ku ji ber sedemeke gelekî biçûk ji nişka e yek hatiye kuştin. Pêwîste rayedarên Tirk di destpêkê de ji Tirkmenan dûre ji Kurdan lêborînê bixwazin. Ji ber ku, ji xwe nifûseke kêm a Tirkmenan heye, ev jî rabûne weke Şîa û Sûnî ji hev cihê bûne. Car carna bi hev dikevin û ji hev dikujin. Lewma divê ji gelên li herêmê lêborînê bixwaze."
Kamîl bal kişand ser planên têkildarî plan û hêzên tevlî operayona Mûsilê bibin û ragihand, her hêza li herêmê serdest e, der barê Mûsilê de armancên wan hene.
PÊWÎSTE GERÎLA Û PÊMERGE BI HEV RE DI NAVA OPERASYONA MÛSILÊ DE CIH BIGIRIN'
Kamîl destnîşan kir, ku divê gerîla û pêşmerge di nava operasyona Mûsilê de cih bigirin û hemû rêxistinên Kurd jî li dora stratejiyeke hevpar li hev bicivin.
Kamîl bibîr xist, ku Kurdan li Rojava, Kerkûk û derdora wê faşîzma DAIŞ'ê şikandine û got, "Dikarin vê yekê li Mûsilê jî bikin. Pêşmerge û gerîla bi hev re weke hêzeke bi bandor dikarin li Mûsilê di pozîsyoneke bi bandor de cih bigirin. Mûsil dikare xizmetê ji armanca rizgariyê ya Kurdan re bike. Ne tenê PDK, divêh emû artiyên din vê bibîne. Girîng e hewldan were dayîn ku gerîla û pêşmerge weke hêzeke hevpar di vê operasyonê de cih bigirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi stratejiyeeke hevpar heye."
Kamîl da xuyakirin ku mîna li Kobanê û Kerkûkê divê Kurd bi hev re tevbigerin û bi stratejiyeke hevpar encamê wer bigire. Kamîl got, "Di rewşeke bi vî rengî ya yê bi ser keve wê Kurd bin."