Destûra bîranîna Azîz Yûral nehate dayîn

Xebatkarên tenduristiyê ji bo endamê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yural ku di 30'ê Kanûnê de dema êrîşên qirkirinê li Cizîrê hat qetilkirin bi bîr bînin hatin navçeyê. Lê, ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin û piştî saetan neçar man vegerin.

Xebatkarên tenduristiyê ji bo endamê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yural ku di 30'ê Kanûnê de ji aliyê çeteyên Qesrê dema êrîşên qirkirinê li Cizîrê hat qetilkirin bi bîr bînin hatin navçeyê. Lê, hêzên dewletê destûr nedan ku Xebatkarên tenduristiyê têkevin Cizîrê. Piştî saetan kedkarên tenduristiyê neçar man vegerin.

Di 30'ê Kanûnê de xebatkarê tenduristiyê û endamê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yural, dema bi hawara birîndarekî çû, ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Xebatkarên tenduristiyê ji bo bîranîna Yural hatin Cizîrê û xwestin li cihê ku Azîz Yural lê hatiye qetilkirin, bi bîr bînin. Lê, polîs û leşkeran di ketina Cizîrê de destûr neda ku Xebatkarên tenduristiyê Azîz Yural bi bîr bînin. Hevseroka Giştî yê SES'ê Gonul Erden jî di nav de bi sedan xebatkarên tenduristiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di ketina Cizîrê de karwan rawestand û hemû di lêgerîna GBT'ê û fîzîkî re derbas kirin. Bı sedan kedkarên tenduristiyê yên ji derveyî bajêr hatibûn, ji ber destûra têketina navçeyê nehate dayîn neçar man vegerin.

Kedkarên Tenduristiyê vegeriyan Amedê.