Xizmên Windahiyan: AKP birînek din li birînên me zêde kir

Li Amed û Êlihê, lêgerîna edaletê ya xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin berdewam dikin. Di çalakiyê de bertekên tund nişanî polîtîkayên şer yên AKP’ê hatin dayîn, ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî diyalog û muzakere hat nişandan.

Li Amed û Êlihê, lêgerîna edaletê ya xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin berdewam dikin. Di çalakiyê de bertekên tund nişanî polîtîkayên şer yên AKP’ê hatin dayîn, ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî diyalog û muzakere hat nişandan.

AMED

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan vê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin cara 374'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de kiryarên Tahîr Koçu û Emîn Sevgat ên di 1'ê Sibata 1993'yan de li mezraya Kurtuluş a gundê Dîrsekliya Cizîrê hatin qetilkirin pirsîn.

Sekreterê ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoren bal kişand li ser bûyerên ku li welat diqewimin û diyar kir ku jibilî diyalog û muzakereyê çareserkirina pirsgirêka kurd tuneye.

Piştre jî rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Emîn Ermîn diyar kir ku 9-10 kesên ku cilên leşkerî yên kemuflajê li xwe kirine bi ser malên Ermîn û Koçu de girtine û bi gotina "hinek karê me bi wan heye" ew birine. Ermîn tiştên ku xizmên windayan di daxwaznameya 25'ê Adara 2009'an de nivîsandine û dane Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê jî vegot û wiha axivî: "Piştî ku Savgat û Koçu tên birin xizmên wan ên gund, wan dişopînin. Dîtin ku Koçu û Savgat birine Qereqola Radarê. Piştî 3 rojan jî cenazeyên Savgat û Koçu yên bi guleyê ve hatine kuştin nêzî qereqolê hatin dîtin."

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 374’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li darxist. Çalakî li serê kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan pêk hat û rêveberên ÎHD, xizmên windayan, nûnerên saziyên civakî û gelek kes beşdar bûn. Weke her hefteyê di vê hefteyê de jî xizmên windayan wêneyê windayan hildan û aqûbeta windayan pirsîn. Li ser navê xizmên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji bo li aqûbeta windayan bipirsin carek din li qada ne û daxwaza edaletê kir.

Bagatir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên dewletê yên salên 1990’î ku mirov bi awayekî li dij hiqûq hatine windakirin û binpêkirin mafan pêk hatiye û got ku îro jî heman tabloya binpêkirina mafan di li ber çavan e. Bagatir banga şer rawestandinê li hikûmetê kir û got ku eger ev şer neyê rawestandin wê ji pêvajoya salên 90’î dijwartir derbas bikin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.