10 şervanên li Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin

Bi hezaran kesî cenazeyên 10 şervanên YPG, Asayîş û Artêşa Şoreşgeran ên ku di berxwedana Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Bi hezaran kesî cenazeyên 10 şervanên YPG, Asayîş û Artêşa Şoreşgeran ên ku di berxwedana Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Cenazeyên 10 şervanan piştî merasîma li stadyûma Efrînê ber bi goristanên şehîdan ve hatin rêkirin. Bi hezaran kesî cenazeyên şervanên YPG, Asayîşê û Artêşa Şoreşgeran Ûmer Baqî Xidiro (Şoreş Kobanê), Reşîd Çolaq (Egîd Çiya), Hakan Olmaz (Harûn Rojhat), Silêman Heco û Reşîd Reşo (Şahîn) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq û Goristana Şehîd Seydo defin kirin.

Bi hezaran kesên ku rayedarên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl jî di nava de bûn, cenazeyên şervanan ji nexweşxaneya Efrînê wergirtin û birin stadyûma Efrînê. Li vir merasîmek ji bo şervanan hate lidarxistin. Piştî merasîmê Cîgira Seroka Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Dicle Husên axivî û bal kişand ser rola şehîdan a parstina herêmê û destnîşan kir ku bi saya tekoşîna şehîdan gelê herêmê bi aramî dijîn.

Di berdewama merasîmê de yek ji fermandarên Artêşa Şoreşgeran Ebû Stêf axivî û soza tolhildana cangoriyan da û got: “Şehadeta hevalên me biryardariya me zêdetir kiriye. Armanca me ew e ku em bigihêjin Sûriyeya azad a demokratîk ku cihê komên çete tê de nîne.Em di merasîma şehîdan de ji wan re dibêjin bila werin sern hişê xwe û êrîşên xwe yên li ser gelê me bidin rawestandin û li xwe vegerin, bê li gel kê ne û şerê kê dikin.”

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa axivî û bal kişand ser girîngiya şopandina rêya cangoriyan û got: “Welatên mezin çavên xwe ji rewşa li Şêx Meqsûdê re digirin û naxwazin rastiyan bibînin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya 10 şervanan ji aliyê mamosteya Zimanê Kurdî Nergiz Ebgo û Mîdya Henan ve hatin xwendin û radestî Saziya Malbatên Şehîdan hatin kirin.

Girseya ku bê navber dirûşm berz kirin cenazeyên şervanan li ser milan birin Goristana Şehîd Seyîdo ya li gundê Kefer Seferê ya Cindirêsê û Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera a li gundê Metînayê.

Cenazeyên 4 şervanan (Harûn Rojhat, Egîd Çiya, Şoreş Kobanê) jî li Goristana Şehîd Seydo hatin definkirin.

Cenazeyên 6 şervanan (Silêman Heco, Xelîl Muslim, Ehmed Reşîd, Yûsif Nûrî, Şoreş û ehemed Ebdo) jî li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna hatin definkirin.