BI DÎMEN

Şêniyên Til Temir ji bêdengiya li pêşberî êrîşên çeteyan nerazî ne

Şêniyên Til Temir diyar kirin, çeteyên êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dikin pişta xwe dispêrin Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê û nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî van komkujiyan dan.

Ji şêniyên Til Temirê Mûhammed Seîd Osman, Asim Abdûrrahman Îbrahîm û Ronya Ramazan diyar kirin, çeteyên êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dikin pişta xwe dispêrin Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê û nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî van komkujiyan dan.

Şêniyên Til Temirê, komkujiyên ji aliyê çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku ENSK jî di nav de ye, yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd ji ANF'ê re nirxandin.

MÛHAMMED SEÎD OSMAN: Weke gelê Til Temirê, em bi hêrseke mezin komkujiyên li Şêxmeqsûd tên kirin şermezar dikin. Di bin navê mûxalefeta Sûriyeyê de îro mirovên sivîl bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. DYA û YE yên qala qala demokrasiyê dikin, gelo çima li pêşberî vê wehşetê bêdeng in. Em vê gelekî baş dizanin; komên çete yên van komkujiyan dikin pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê û hevkarên wê Erebîstana Siûdî û Qatarê. Her wiha hin kes jî bi navê 'Kurd' cihê xwe di nava van komên çete de digirin. Ti eleqeya van bi Kurdîtiyê re nîne. Ev fermanê ji Tirkiyeyê digirin. Divê were zanîn, Kurd mirovên herî demokratîk in, wê şerê birakujiyê nekin û ti carî bikaranîna çeka kîmyewî û qetilkirina sivîlan qebûl neke. Ti eleqeya van mirovan bi Kurdewariyê re nîne.

ASIM ABDÛRRAHMAN ÎBRAHÎM: Li Şêxmeqsûdê komkujiyek tê kirin. Sivîl jiyana xwe ji dest didin. Ev ne karê Misilmanan e. Dewletên Ewropa, Amerîka, Rûsya û saziyên mafên mirovan bi vê zanin. Rûsya û Amerîka ku xwe weke demokrat pênase dikin, çima bêdeng in? Dibêjin ku bêyî Kurdan çareserî pêk nayê. Li wê derê bi çeka kîmyewî extiyar, zarok, jinan qetil dikin û neçarî koçberkirinê dikin. Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan bi desteka Qatar û Erebîstana Siûdî re alîkariya çekan bi çeteyan re dike. Çima bêdengî li pêşberî vê rastiyê heye?

ROYDA RAMAZAN: Ev çeteyên ji Recep Tayyîp Erdogan, Îbrahîm Bro û Abdulhekîm Beşar digirin, li Şêxmeqsûd kiryarên li dijî mirovahiyê dikin. Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim. Gelo li cem van kesên ji xwe re dibêjin 'Kurd im' û êrîş dikin, namûs û şere nîne, ku nabînin ên tên qetilkirin jin û zarok in. Ez ji mirovên xwe nêzî ENKS'ê dibînin re dibêjim; ev Kurd nînin, ev bi hovîtî êrîşî Kurdan dikin. Dema xiyanetê qediya ye. Yên çûne Ewropayê bila li xaka xwe vegerin. Divê weke zarokên Şêxmeqsûd, YPG/YPJ'ê li ber xwe bidin.