Li dijî lojmanên polîsan û qeymeqamtiyê çalakî: 2 mirî
Li navçeya Dêrikê li dijî lojmanên polîsan û qeymeqamtiyê çalakî pêk hat, polîsek mir û welatiyê bi navê Sadettîn Bahçeçî jî jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Dêrikê li dijî lojmanên polîsan û qeymeqamtiyê çalakî pêk hat, polîsek mir û welatiyê bi navê Sadettîn Bahçeçî jî jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li dijî lojmanên polîsan û qeymeqamtiyê çalakî pêk hat. Di çalakiyê de herî kêm polîsek mir û yek jî birîndar bû. Çavkaniyên herêmî têkîldarî bûyerê ragihandin ku gelek polîs hatine kuştin û birîndar bûne.
Hate hînbûn ku birîndar bi ambûlansan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.
Li gorî agahiyan, wesayîta ku dema ji navenda navçeyê derdiket li Taxa Tepebagê qeza kir û welatiyê bi navê Sadettîn Bahçecî yê ji bo alîkariya kesên di wesayîtê de çibû ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin. Bahçecî yê rakirin nexweşxaneyê li vir jiyana xwe ji dest da.