Etho: Ciwanên Jin bi xurtî tevlî konferansê bûn
Endamê Meclîsa Ciwanan Alî Etho, 1. konferansa ciwanan a çend roj berê li Kobanê hat lidarxistin nirxand û got, "Sê sed delege tevlî konferansê bûn. Zêdeyî nîvê beşdaran ciwanên jin bûn."
Endamê Meclîsa Ciwanan Alî Etho, 1. konferansa ciwanan a çend roj berê li Kobanê hat lidarxistin nirxand û got, "Sê sed delege tevlî konferansê bûn. Zêdeyî nîvê beşdaran ciwanên jin bûn."
Endamê Meclîsa Ciwanan Alî Etho, 1. konferansa ciwanan a çend roj berê li Kobanê hat lidarxistin nirxand û got, "Sê sed delege tevlî konferansê bûn. Zêdeyî nîvê beşdaran ciwanên jin bûn."
Etho da xuyakirin, ku piştî şerekî ewçend giran ê li Kobanê, lidarxistina 1. Konferansa YCRK (Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê) li Kobanê, gaveke gelekî girîng e û got, "Ev gav hem ji bo gelê Kobanê hem jî ji bo ciwanên Kobanê tê wateya gava pêvajoyeke nû."
Etho da zanîn, ku bi vê konferansê re wan xwestine li hemberî hilweşîna hatiye kirin, ji bo avakirina jiyaneke nû, dînamîzmeke civakî ava bikin û got, "Sê sed delege beşdarî konferansê bûn. Zêdeyî nîvê delegeyan jinên ciwan bûn. Di pêvajoya şoreşê û xebatên avakirinê yên li Kobanê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê de jinan bi taybetî jinên ciwan her tim li refên pêş cih girtin. Hem ji aliyê leşkerî, hem jî ji aliyê avakirina civakî ve li pêş in. Ev rewş li her sê kantonan bi vî rengî ye. Rojava, şoreşa jinê pejirand. Fêm kir ku sîstema hatiye avakirin, şoreşa pêk hatiye şoreşa wan bi xwe ye û xwedî lê derketin."
'BERIYA HER TIŞTÎ NÊRÎN Û SEKNEKE XURT A BÎRDOZIYÊ DIVÊ'
Alî Etho bibîr xist, ku çirûska şoreşa Rojava li Kobanê pêket û axaftina xwe wiha dewam kir: "Şoreşê ji vir destpê kir. Ciwanên Kobanê di nava vê çirûskê de roleke girîng lîstin. Yên ku niha li Kobanê di nava xebatên sazîbûyînê de cih digirin, xebatkar û kadroyên ciwanan e ku di destpêka şoreşê de cih girtin û rol lîstin. Weke YCRK, em asta şoreşê, êrîşên piştî asta şoreşê, kêm û kurtiyên xwe yên di dema avakirinê de derketine holê, lêpirsîn dikin. Em dixwazin ji niha û pê ve li cihekî weke Kobanê, jiyana alternatîf bixin meriyetê û li qadên çandî, hurnerî, sportîf û giştiya civakê li pêşberî pirsgirêkên bi baldarî tevbigerin. Lê belê beriya her tiştî pêwîstiya ciwanan bi nêrîn û sekneke xurt a bîrdoziyê heye. Bi vî rengî pêşengî dikare ji civakê re were kirin û em dikarin civakê biguherînin."
'LI SER CIWANÊN ROJAVA KEDA RÊBER APO GELEKÎ MEZIN E'
Etho bal kişand ser keda Ocalan a li Rojavayê Kudistanê û got, "Yek ji xebatên bingehîn ên Rêber Apo yên li Rojava, birêxistinkirin û perwerdekirina gel bû. Qada Rojava qada Rêbertiyê bû. Em dikarin bêjin; piştî ku Rêber Apo derbasî Rojava bû vî karî lê destpê kir. Perwerdekirin, rêxistinbûyîn û piştî perwerdeyê şandina li qadên pratîkê, hemû karekî ciwanan bû. Li ser ciwanên Rojava keda Rêber Apo gelekî mezin e û xebatên îro tên meşandin jî li ser destketiya keda wî afirîne."
'ŞOREŞA ROJAVA BI RÊXISTINBÛYÎNA CIWANÊN JIN RE XURTIR BÛYE'
Etho bibîr xist, ku tevî rêxstinbûyîna YCRK, rêxistinbûya Yekîtiya Ciwanên Jin (YCJ) jî xebateke xweser dimeşînin û axaftina xwe wiha dewam kir: "YCJ'ê di 22'ê Sibata 2016'an de kongreya xwe pêk anî û xebatên xwe bi rêxistin kir. Li ser vê bingehê komunan, meclîs û komîteyan ava dike. Vê rêxistinbûyîna ciwanên jin di nava jinên li Rojava de bi taybetî di nava ciwanên jin de baweriya ji xwe zêde kir.Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye bi vî rengî xurt bû."
Etho têkildarî xebatên xwe yên di nava federasyona hatiye ragihandin de anî ziman, ku bi deh hevalên xwe re ew di nava meclîsa damezrîner a sîstema federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de cih digirin.
'EM ÊRÎŞÊN LI ROJAVA WEKE ÊRÎŞÊN LI DIJÎ XWE DIBÎNIN'
Endamê Meclîsa Ciwanan Alî Etho diyar kir, weke YCRK ew tenê xwe ji cihê lê dimînin berpirsyar nabînin û got, "Em dixwazin nifşekî welê yê ciwanan bafirînin ku bala xwe li ser çar aliyên kurdistanê be. Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nabe ji hev cuda werin nirxandin. Em neçar in li pêşberî hemû êrîşên li dijî hemû parçeyan xwe berpiryar bibînin. Ev feraset nasnameya bingehîn a tevgera ciwanan e. Niha li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan berxwedanek heye. Berxwedana ji bo parastina hebûna xwe û berxwedana qewirandina mêtîngeriyê. Bêguman ev berxwedana li Bakurê Kurdistanê bandorê li Rojava jî dike. Em êrîşên li hemberî gel û ciwanên li Bakurê Kurdistanê weke êrîşên li dijî gel û ciwanên li vê derê dibînin. Berxwedan û destketiyên li wê derê jî ji bo me nirxek e, moralek e."
Etho da zanîn, ku weke ciwanên li Rojava çiqasî xwe bi rêxistin bikin û sîstema xwe ava bikin, çiqasî ji ciwanên cîhanê re bibin mînak, ew ê ewqasî ji berxwedana li qadên din re jî bibin destek.
Alî Etho got, "Ruhê herikî Kobanê ruhê ciwanan bû. Ji nû ve zindîbûna ruhê nifşê 68'an bû. Ev ruhî çawa xwedî li Kobanê derket, divê bi heman rengî xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî derkeve."