Li Hesekê ji bo sîstema federalî civîna nasandinê
Ji bo gelê Hesekê bi armanca nasandina sîstema federalî civîn hate lidarxistin.
Ji bo gelê Hesekê bi armanca nasandina sîstema federalî civîn hate lidarxistin.
Komîteya Dîplomasiya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federalîa Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi gelê Hesekê re hatin cem hev û bi armanca nasandina sîstema federalî civîn hate lidarxistin.
Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federalîa Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm, Hediye Yûsif, Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Desteya Rêxistinkirinê ya Meclîsa Damezirîner Senherîb Bersûm, Hevserokê Komîteya Têkîliyên bi Gel a TEV-DEM’ê Abdulselam Ahmed, gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û hin nûnerên eşîrên Ereb amade bûn.
‘EM Ê PLANÊN QIRÊJ VALA DERXIN’
Hevserokê Meclîsa Damezirîner Mensûr Selûm axaftinek kir, wiha got: “Sîstema federasyonê feraseta me parçe nake. Berevajî ev demokratîk û yekgirtî dike. Ji ber demokratîk e her tim rexne dike û êrîş li ser vê tê kirin. Em bi salan ji aliyê rejîma BAAS’ê hatin bi rê ve birin. Ji ber vê jî em ê xwe bi rê ve bibin. Ango wek gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê em qedera xwe tayîn bikin. Em wek gelê Sûriyeyê hatin cem hev, me sîstema federalîa demokratîk ji bo xwe wek sîstemek herî îdeal hilbijart û ev îradeya gelan e. Dema ewqas êrîş hebin di serî de dibe em nikaribin hevûdu baş fêm bikin. Êrîşên dijmin jî jixwe vê dike hedef. Lewre hêzên derveyî dixwazin krîza Sûriyeyê kûrtir bikin û tovên nîfaqê bixin nav me. Em ê jî bi sîstema federalîa demokratîk re van planên qirêj vala derxin.”
‘EM WEK JIN DIVÊ DI AVAKIRINÊ DE CIH BIGIRIN’
Hediye Yûsif jî di civînê de axivî, wiha got: “Demek dirêj e li Sûriyeyê şer heye. Di vî şerî de qasî ku wek welat wek mirovahî me karesatên mezin jiya jî me ezmûnên mezin jî ji bo xwe girtin. Lê, her çiqasî em wek jin bûn aliyê herî zêde êş kişand jî di milê çareseriyê de jî rola herî mezin li ser milên me ne. Ji ber vê jî em wek jin divê em karibin girîngiya sîstema federaliyê ya ji aliyê azadiya jinê bînin ziman. Eger em jin azad nebin civak azad nabe, eger em vê dibêjin, divê destpêkê jin di avakirina sîstema federaliyê de cih bigirin.
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.