Li Amedê gelek endamên KJA û DBP'ê hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê de gelek endamên KJA û DBP'ê hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê de gelek endamên KJA û DBP'ê hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser avahiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya li Amedê û dest danîn ser kamerayên li avahiyê. Danê sibehê jî, tevî Buroya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Çend ji kesên hatine binçavkirin ev in:
Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Çîmen Işik, xebatkarên Navenda Giştî ya DBP'ê Yûsûf Koyûncû, Pero Dundar û Tûran Genç.
Piraniya kesên hatine binçavkirin, di sala 2009'an de jî di operasyonên bi navê "KCK" hatin lidarxistin de hatibûn girtin.