Xebatkarên tenduristiyê ji bo endamê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yural ku di 30'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin bi bîr bînin hatin Cizîrê. Lê, hêzên dewletê destûr nedan ku Xebatkarên tenduristiyê têkevin Cizîrê.
Di 30'ê Kanûnê de xebatkarê tenduristiyê û endamê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yural, dema bi hawara birîndarekî çû, ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Xebatkarên tenduristiyê ji bo bîranîna Yural hatin Cizîrê û xwestin li cihê ku Azîz Yural lê hatiye qetilkirin, bi bîr bînin. Lê, polîs û leşkeran di ketina Cizîrê de destûr neda ku Xebatkarên tenduristiyê Azîz Yural bi bîr bînin. Hevseroka Giştî yê SES'ê Gonul Erden jî di nav de bi sedan xebatkarên tenduristiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di ketina Cizîrê de karwan rawestand û hemû di lêgerîna GBT'ê û fîzîkî re derbas kirin.
Xebatkarên tenduristiyê ku dixwazin biçin Yural li cihê hatiye qetilkirin bi bîr bînin, sekna xwe berdewam dikin.