Yuksekdag: Em ji hêza xwe bawer bikin û li ber xwe bidin; AKP û Erdogan wê bibin xwelî !

Yuksekdag di kongreya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê de axivî, li hember êrîşên qirkirinê AKP’ê banga bilindkirina berxwedanê kir.

Yuksekdag di kongreya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê de axivî, li hember êrîşên qirkirinê AKP’ê banga bilindkirina berxwedanê kir. Yuksekdag diyar kir ku divê gel ji hêza xwe bawer bike û temenê Erdogan û AKP’ê pir kêm maye û wiha got: “Xwediyê van qirêjiyan dema ku roj dîtin wê bibin xwelî, wê li ba bikevin. Em ê bimînin, wê dayîkên me yên bi laçik bimînin, wê zarokên me bimînin.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di kongreya HDP'ê ya Wanê de gefên Serokomar Recep Tayyip Erdogan a “ji hemwelatibûnê derxin" rexne kir wiha got: “Ev welat ne welatê te ye. Me malê bavê te ye jî. Ev welatê hevpar e. Welatê me ye. Hûn wê vê yekê fêr bibin."

Rêxistina HDP'ê ya Wanê li Qada Fuarê ya Herêma Organîze Sanayî 1'emîn kongreya xwe ya awarte pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Wekîlên HDP'ê yên Wanê, hevşaredar, endam û rêveberên HDP'ê yên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li salona kongreyê alên HDP'ê pankartên bi Kurdî û tirkî “Li dijî şerê Qesrê aştiya tevahî", “Tecrîd sucê mirovahiyê ye", “Gotina me heye hêza me ya berxwedanê heye" vekirin. Dîsa posterê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û endamên KJA'yê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar hatin daliqandin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysi Dilekçi axivî û spasiyên xwe ji her kesî ker kir.

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî hevparên li salonê silav kir û geşedanên di rojevê de nirxand. Yuksekdag, nêzîkatiya AKP'ê ya li hemberî HDP’ê rexne kir û diyar kir ku AKP serkeftinên HDP'ê tehamul nake û wiha got: "Welatiyên Kurd bi salan in, mafê welatiya wekhev û adîl najîn. Bi salan e wekî ên din hatine dîtin û hatine wêdekirin. Serokwezîr Ahmet Davutoglu di mitîngên 1'ê Mijdare de li Wanê got 'Dema em biçin wê torosên sipî bên. Got hûn piştgiriyê nedin me em wê çeteyên faşist bi ser we de bişînin. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de bi hikmê zorê wekîlek li Wanê zêde kirin. Îxtîdara siyasî heta niha çiqas soz daye gelê Wanê yek jî pêk neanîye. Bi hikmê çekan deng ji welatiyan stendin. Bi hîle û xafikan deng ji welatiyan stendin. Lê ti maf nedan gel. Niha Wan di qada aboriyê de têk çûye."

'ME SERÊ XWE XIST BİN ÇENGÊ XWE Û EM DERKETIN RÊ’

Yuksekdag, gotina Serokomar Erdogan a “An hûn wê serî bitewînin, an jî hûn wê serî bidin" rexne kir û wiha got: "Bila li qisûrê nenerin. Dema em derketin rê me serê xwe xist bin çengê xwe û em terketin rê. Em wê li gel hemû zor û zahmetiyan vê têkoşîna gel a rûmet, ked û demokrasiyê berdewam bikin. Em nikare bi gef û tirsê me ji rêya me dûr bixe."

‘TÊKOŞER Û LEHENG WÊ DÎROKÊ BINIVÎSIN'

Yuksekdag, gefên li ser rewşenbir, nivîskar, sendikavan û akademîsyenan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Di salên 1990'an de digotin ‘Çawa dibêjin pêk tînin' hebû. Niha jî di saetên êvarî de hedef nîşan didin û di saetên serê sibê de bi operasyonê binçav dikin û digirin. Li cihê zilm hebe berxwedan heye. Li cihê zilm hebe HDP heye. Heta niha der barê gel de gelek ferman hatin dayîn. Lê gel hemû ferman pûç kirin û berxwedana xwe berdewam kir. Niha jî li dijî fermana gelê Kurd fermanek nû nivîsandin. Ji sala 2014'an de plana hilweşîn û têkçûnê amade kiribûn. Lê ev plana wan têk çû. Niha 9 meh derbes bûn ew têk çûn. Îxtîdara siyasî têk çû. Yên me tenê xanî û kolanên me xera bû, yên wan pergala wan xera bû. Ew tenê "Kevir li ser kevir serî li ser mil nehêlin" dizanin. Lê em wê hemû qadên jiyanê ji nûve ava bikin."

Yuksekdag, bal kişand ser komkujiya li Sîlopyayê û wiha got: "Dîsa 8 welatiyên me qetilkirin. Zaroka 2 salî Esra qetil kirin. Serokwezîr û Serokomar her roj derdikevin şehîtbûnê derdixin ezmanan. Lê zarokên gel dişînin kuştinê. Di vî şerî de zarokekî AKP'îyan jî nehat kuştin.

EV WELATÊ ME YE

Yuksekdag, herî dawî gefên Erdogan a “Ji welatîbûnê derxistin" jî rexne kir û wiha axivî: "Di dîroka vê axê de gelek padîşah û qiral hatin û çûn. Gelek zalim û Sûltan hatin û çûn. Lê ti kesî şop li pey xwe nehişt. Gelê Kurd û tirk xwediyê vê malê û vê axê ne. Niha jî dibêjin hûn min aciz bikim ez wê we ji welatîbûnê derxim. Ne malê bavê te ye. Ne warê te ye. Ev welatê hevpar e. Em dixwazin hemû bi hevre li ser vê axê bijîn. Ger ku welat qesra te be, em ne walatiyê qesrê ne.

Kongre bi xwendina raporên malî û xebatan berdewam kir. Piştre bi yek lîsteyê hilbijartin hat kirin. Ji bo Hevserokatiyê Gulistan Orhan û Yakup Ataş hatin hilbijartin.

...